Nobeta Wanê: Em ê kolanan bikin dibistana demokrasiyê

Li Wanê li dijî desteserkirina şaredariyan Nobeda Demokrasiyê di roja 38’an de didome. Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr di nobedê de axivî û got “Em ê li her kolan û qadê bi gelê xwe re bin.”

Li hemberî desteserkirina şaredariyan nobedên demokrasiyê di roja 38’an de didome.

Nobeta li Wanê li pêşiya Avahiya HDP’ê ya Rêya Hevrîşmê hate lidarxistin. Parlementerên HDP’ê, hevşaredar, Dayikên Aştiyê, çalakgerên TJA’yê û gel tevlî nobedê bûn.

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr di çalakiya nobedê de axivî û got ku “Me tu caran li hemberî van darbe, derew û hîleyan stûyê xwe xwar nekir. Îro jî bloka faşîst a AKP û MHP’ê li ser gelê Kurd û têkoşerên demokrasiyê operasyonên qirkirina siyasî li dar dixin. Ew her meh sindoqan li kolanên Wanê deynin wê gelê Wanê dîsa îradeya xwe ya nîşan bide û biryara xwe bide. Wan hemû tiştên li ser navê hiqûq û heq ji holê rakirine. Vê têkoşîna me ji bo bidestxistina van nirxan e. Çiqasî zor û zehmetî hebe jî, em ê bi gelê xwe re bin.”

Îmîr bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got ku “Li her kolan û malê em ê pergala hevserokatiyê ava bikin û em ê her derê bikin dibistana demokrasiyê û em ê bi gelê xwe re bin.”

Çalakiya nobetê bi stran û sloganan bi dawî bû.