Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 92’an de didome

Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 92’an de didome. Xizmên girtiyan xwestin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane, werin berdan.

Xizm û malbatên girtiyan li Baroya Wanê 92 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Malbat dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane, werin berdan.

Aslihan Tîmûr a ku kurê wê Botan Tîmûr di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de ye, Zubeyde Abî ya ku hevjînê wê 26 sal in girtî ye û Naciya Abî ya ku kurê wê Sedat û Necmettîn di Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê de ne, tevlî çalakiyê bûn.

Rêveberên ÎHD’a Wanê jî çûn serdana çalakvanan. Hevserokê ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş diyar kir çalakiya dayikan girîng e û ew hêvîdar in wê çalakiya dayikan binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bike.

Aslihan Tîmûr jî diyar kir ji ber ku ceza li kurê wê Botan Tîmûr hatiye birîn, ew 3 meh in nikare biçe serdana kurê xwe û got “Di hevdîtina telefonê de kurê min got ‘7 sal in ez di girtîgehê de me, astengiyên me gelek in. Daxwaza xwe ya edaletê xurttir bikin.’ Heke edalet hebûya em 3 meh in em ê ne li vir bûna. Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Bila êşkence li girtiyan neyê kirin û tedawiya girtiyan were kirin. Em dayik heta ku em hebin em ê daxwaza xwe ya edaletê biqîrin. Divê dayik piştgiriyeke xurt bidin me. Me bigirin jî em ê çalakiya xwe bidomînin. Em dayikek bi tenê bimînin jî em ê çalakiya xwe bidomînin.”