Nobeta Amedê: Berxwedan bûye kabûsa AKP û MHP’ê!

Hevserokê HDP’ê yê bajêr Zeyyat Ceylan di Nobeta Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku li pêş çavê polîs û leşkeran êrîşî avahiya wan a partiyê ya li Pasûrê hatiye kirin. Ceylan got ku berxwedan bûye kabûsa AKP û MHP’ê.

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê ket roja 38'an. Girse dîsa li Kolana Lîseyê kom bûn û nobeta xwe berdewam kirin. Nobeta ku bi pêşengiya Partiya Demoktatîk a Gelan (HDP) pêk tê bi piştgiriya welatî, rêxistinên sivîl, parlementer, hevşaredar, rêveber û tevlêbûna dayikan didome. Polîsan dîsa qad dorpêç kir. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi pankarta "Ji bilî me kes bi se rnakeve" vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Jinên ciwan dimeşe erd û esman diheje" berz kirin. Girseyê jî ciwan bi dirûşm, tilîlî û çepikan pêşwazî kirin. Girsê piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan daxuyanî dan. 

BERXWEDAN DIDOME

Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Zeyyad Ceylan, destpêkê axivî û diyar kir ku berxwedana li derdora HDP'ê 38 roj in didome û her diçe mezintir dibe û wiha got: "Yên ku dixwazin me tasfiye bikin ew tasfiye dibin. Hişmendiya qeyûm nehat qebûlkirin li derdora HDP'ê berxwedan li bajarên Tirkiyê û Kurdistanê belav bû. Heta ku qeyûm neçin cihê ku jê hatî berxwedana me wê berdewam bike."

Ceylan, êrîşa ku duh li dijî endam û rêveberiyên partiya wan pêk hat şermezar kir û wiha axivî: "Komeke çeteyan li pêş çavên polîs û eskeran êrîşî rêxistina me ya navçeyê kirin. Hevalên me derb kirin. Dîsa wan çeteyan peşiya erebeya hevalên me girtin. Ger ku tiştek bê serê hevalên me yên ku me hedef nîşan didin berpirsyar in."

ÛCA: BERXWEDANA ME LI HER DERÊ DIBE ROJEV

Parlementera HDP'ê  ya Êlihê Feleknas Ûca jî destnîşan kir ku pergala biryara van qeyûman dayî faşîst û otorîter e û wiha axivî: "Gotin em qeyûman biavêjin ser şaredariya wê têkoşîna wan biqede. Lê sekna gelê Kurd nîşan da ku êdî dewletên Ewropa jî li hemberî qeyûman dengê xwe derdixînin. Îro berxwedana gelê me bûye rojeva yekser di nav siyaseta navnetewî de. Ev berxwedana we pergala wan perçe kiriye."

Ûca anî ziman ku ji ber berxwedana gelê Kurd bû sebebê perçebûna wan ewqas êrîş dikin û wiha bi dawî kir: "Gelê Kurd ne di salên 90'an de û ne jî niha serê xwe nedewand. Ne li hemberî feraseta Kenan Ewren, ne li hemberî Mehmet Agar, ne li hemberî Tansu Çîller û ne jî li hemberî Erdogan serî netewand. Lê yên xwe tune kirin ew in. Yên vî welatî perçe dikin û zilmê dikin îktidar e. Hûn dibêjin em ê êrîş bikin ku bitirsin. Em bang li hikumete dikin. Dev ji van lîstikên xwe yên qirêj ên li ser partiya me berdin. Tiştek bi serê hilbijêrekî me partiyîyekî me were berpirsyar ev hikumet e.

Çalakî Nobeta Demokrasiyê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.