Nobeda edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 135'an de ye

Malbata Şenyaşar bi daxwaza edaletê 135 roj in nobedê digire. Malbatê ji bo rawestandina zilmê bang kir.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê sala 2018'an ji aliyê xizmên Parlamentera AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya nobedê dewam dike.

Çalakiya nobedê ya malbatê di 9'ê Adarê de dest pê kiribû. Roja 135'an a çalakiyê li roja duyemîn a Cejna Qurbanê rast hat. Ji ber cejnê malbat du roj in li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiyê dewam dike.

Bi navê malbatê li ser Twitterê peyamek hate weşandin û ji bo rawestandina zilmê bang hate kirin.

Di peyama malbatê de wiha hate gotin, "Werin em bibin yek. Eger li cihekî zilm hebe, ji kê tê bila bê, divê em bi hev re li ber zilmê rabin. Bêdeng nemînin. Em refên xwe diyar bikin. Cejna we pîroz be..."