Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê di roja 26’na de ye

Nobeda Demokrasiyê ya ji roja desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya bi destê qeyûman hatibû destpêkirin di roja 26’an de dewam dike.

Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê li dijî dagirkeriya şaredariyên HDP’ê ya bi qeyûman li pêşiya avahiya HDP’ê ya Îpekyolûyê hatibû destpêkirin di roja 26’an de ye. Parlementerên HDP’ê, li gel hevşaredarên HDP’ê dîsa Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes bi pankarta ‘Ne vîna qeyûman vîna gel’ tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan axivî.

Orhan got: “Berxwedana me ya li dijî dagirkeriya qeyûman dewam bike. Me tim digot qeyûm dizî, desterserî û nelirêrtiyê dinixûmînin.”

Orhan bal kişand bûyerên bi pêkhatina derbeyê re û got: “Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de 150 kes ji kar hatin derxistin. Siberoja wan malbatan hate tinekirin. Bi sedhezaran kes bê ku bizain bê ka sûcên wan çine, ji civakê hatine cihêkirin û jiyana wan ketiye nava zoriyê. Bi hezaran ji wan ji ber vê faşîzmê neçar man ku biçin derveyî welat û di avê de fetisîn. Zarokên xwe windakirin. Hê bjî bi hezaran li benda vegera li ser karên xwe ne.”

Orhan bi domdarî got: “Ev 26 roj in em li vir têdikoşin. Hûn bi xwe jî dibînin tehemûla wan nîne ku tenê zarokek jî guhdarî me bikin. Ditirsin. Bi bêdengiyê wisa dizanin wê wiha biçe, lê wiha naçe. Ti demê jî wiha naçe. Sedama Huseyîn jî zilim kir, Esat jî zilim kir. Ew hemû çûn ev rejîma dîktator jî wê hilweşe.”

Herî dawî Orhan got: “Em dibêjin, em ji çareseriyê re amade ne. Ji bo aştiyeke bi rûmet, ji her navbeynkariyê re em amade ne. Ne Tirk bê Kurdan û ne jî Kurd bê Tirkan dibe, vê yekê dîrokê nivîsand. Muxatabê vê pirsgirêkê diyar e. Birêz Ocalan pêşniyara çareseriyê kir. Li şûna ku wezîr li çalakiya rûniştinê cih bigire bila biçe bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike, wê pirsgirêk çareser bibe.