Nivîskarê 'Ey Reqîb' Dildar ji ber çi mir? -NÛ BÛ

Afirînerê sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîb' Dildar beriya 73 salan îro koça dawî kir. Sedema mirina helbestvanê 30 salî Dildar hîn jî nediyar e.

Dildar dema ku Sekreterê Giştî yê Partiya Hîwa bû, li zindanên Îranê bi helbesta 'Ey Reqîb' bersiv da gardiyanên ku zilm dikir. Ji ku zanî bû ku ev helbesta wî wê bibe sirûda neteweyî ya ku Kurdan hemûyan li dora xwe dike yek?

Dildar ku navê xwe yê rastî Yunis Reûf e, 20'ê Sibata 1918'an li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Malbata wî beriya Şerê Cîhanê yê 1'emîn yek ji malbatên herî dewlemend ê herêma Koyê bû. Lê belê bi destpêkirina şer re, piştî ku Osmaniyan êrişên xwe yên li ser Kurdistanê zêde kir, mîna gelek malbatan malbata Dildar jî mal û milkên xwe winda kir. Dildar wê piştre bi vî rengî qala wê demê bikira:

"Sala 1918 dibe ku sala herî nebaş bû ji bo Kurdistanê. Birçîbûn û xizanî di asta herî bilind de bûn. Zeviyên me yên çandiniyê û bexçeyên me ji aliyê Osmaniyan ve hatibûn talankirin. Me mala xwe, her tiştên xwe ji dest dabûn û li maleke biçûk a kirê diman, lê belê tevî vê yekê jî malbata min li ber xwe da û bi vê daxwaza jiyanê ez mezin kirin."

ZAROKATIYA BI TRAJEDIYAN DAGIRTÎ

Bûyera herî girîng a ku bandor li zarokatiya Dildar kir, darvekirina xalê wî ji aliyê Osmaniyan ve bû.

Rondikên ku dayika wî Zehwe Xûrşîd Efendî li ser birayê xwe barand, ji bo Dildar bû havênê welatparêziyê. Mîna ku tiştên bi serê malbatê ve hat têrê nedikir, Dildar hîn çar salî bû bi nexweşiyeke giran ket. Li nexweşxaneya li keleha Hewlêrê demeke dirêj tedawî dît, ji nexweşiyê rizgar bû, lê wê êdî jiyana xwe bi ser ziman biaxiviya. Dildar hîn 8 salî bû, birayê wî Cewad jiyana xwe ji dest da.

Ji ber vê trajediya malbata wî Dildar di 9 salî de karîbû dest bi dibistana seretayî bike. Tevî vê yekê jî wê di perwerdeyê de timî xwendekarekî serketî bûya. Xwendina xwe ya dibistana navîn li Ranyayê, lîse jî li Kerkûkê qedand. Vê demê berê xwe da wêjeya Kurdî. Hîn 15 salî bû dest bi xwendina dîwanên helbestvanên navdar ên Kurd Pîremêrd Bêkes û Wefayî kir. Bi xwendina berhemên Mehmet Emîn Zekî Beg û Seyîd Husên Hûzinî hişmendiya dîroka Kurd pê re çêbû.

Sê salên ku ji bo xwendina lîseyê li Kerkûkê ma ji bo Dildar gelekî girîng bû. Hîn dema 19 salî bû di sal a1937'an meha Îlonê de Dildar tevî komek ji hevalên xwe yên xwendekar li mala Şakir Beg Celal li hev kom bûn. Bi bandora Civata Carbonari ku di sedsala 18'an de ji bo rizgariya Îtalyayê ava bûbû, wê şevê biryar dan ku komeleya bi navê 'Darker' ava bikin. Armanca xwe ya bingehîn azadiya Kurdistanê û yekkirina çar parçeyên Kurdistanê bû.

"Darker" wê piştî salekê di Hezîrana 1938'an de bibûya "Hizbî Hîwa". Refîq Hilmî wê bibûya serokê vê partiyê, Dildar jî wê bibûya sekreterê giştî yê partiyê. Heman salê helbestên Dildar jî wê li kovara wêjeyê Gelawêj de bihata weşandin. Ji bo karên partiyê piştî Silêmaniyeyê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Lê belê li vê derê dîl kete destê rejîma Îranê.

NIVÎSANDINA 'EY REQÎB' Û PÊVAJOYA MAHABADÊ

Li gorî hin çavkaniyan, Dildar piştî ku dîl hate girtin, li zindana rejîmê li dijî zext û zilma gardiyanan helbesta 'Ey Reqîb' nivîsand ku piştre ev helbest wê bi navê wî bihata bîranîn. (Li gorî hin çavkaniyan Dildar helbest li Bexdayê di dema girtîgehê de nivîsand) Dildar di vê helbestê de diyar dike ku gelê Kurd wê têk neçe, bi felaketan wê hilneweşe û di tevahiya dîrokê de her tim li ser piyan be.

Piştî ku ji girtîgehê derket, ji ber ku partiya wî Hîwa lawaz bû, Dildar biryar da ku jiyana xwe ji cihê mayî dewam bike. Sala 1940'î dest bi Fakulteya Hiqûqê ya li Bexdayê kir û sala 1945'an qedand. Li gel helbestvaniya xwe her wiha li Bexdayê bû parêzerekî ciwan ê Kurd.

22'ê Çileya 1946'an dema ku li qada Çarçira ya Mahabadê bi rêberiya Qazî Mûhammed Komara Kurdistanê hate ragihandin, ev roj ji bo Dildar bû roja herî kêfxweş. Ji ber ku komarê helbesta wî ya 'Ey Reqîb' kiribû sirûda neteweyî. Piştî ku komara destpêkê ya Kurdan li dû 11 mehan hate hilweşandin, navê Dildar û helbesta wî ya rabûna li ber dijminê gelê Kurd wê weke mîrateyekê ji neteweya Kurd re bima.

Dildar jî heman salê bi gelek nexweşiyan ketibû; nexweşiya dil, romatîzma, êşa giran a serî. 12'ê Mijdara 1948'an êvarê li Sînemaya Hemra ya li Hewlêrê dema ku li fîlmê li ser jiyana Selahaddîn Eyyûbî temaşe dikir bi nexweşiya dil ket û di rêya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî hin dîroknasên Başûrê Kurdistanê Dildar ê 30 salî ji ber ku jehr dan wî jiyana xwe ji dest da û ji ber vê yekê jî bi merasîmeke ku tenê malbata wî lê amade bû li Hewlêrê hate veşartin. Piştre jî cenazeyê wî hate derxistin û li warê wî Koyê hate veşartin.

Nediyar e ku ji ber bandora giran a têkçûna Mahabadê ye, lê heman salê dîroknasê navdar ê Kurd Mehmed Emîn Zekî Beg, helbestvan Zîwer û Faik Bêkes jî jiyana xwe ji dest dan. 

Ey Reqîb!

Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwînawiyan me da rijand

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Lawê Kurd rabûye ser pê wek şeran
Ta bi xwîn nexşîn bike tacê jiyan

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Em xortên Mîdya û Keyxusrew in
Dîn îman û ayina me, her niştiman

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Xortê Kurd tev hazir û amade ne
Canfîdane, canfîdane, her canfîda

Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan

Çavkanî:

* Prof. Qanatê Kurda, Tarixa edebiyata kurdî, 1992, Weşanên Ozge.

* Pêşkêşiyên li konferansa 20'ê Sibata 2018'an a li Zanîngeha Koyê hate lidarxistin.

* Lêkolîna 'Dewleta Kurd a li Mahabadê' ya Azad Hajî Aghaîe ku li malpera  http://cultureproject.org.uk/ hate weşandin.