ÇAVDÊRÎ- Nîşeyên ji şêwira yekîtiya neteweyî

Di şêwira yekîtiya neteweyî ya li Silêmaniyê de Kurd texrîbatên parçebûna di rabirdûyê de bibîr dixin û yekîtiya neteweyî nîqaş dikin.

şêwira yekîtiya neteweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê lidar dixe, bi beşdariya ji 60’î zêdetir partiyên siyasî, bi dehan rêxistinên sivîl ên civakî, bi sedan nivîskar û ronakbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê didome.

Di proje û destnîşankirinên beşdarên komxebata yekîtiya neteweyî diyar kirin ku, “Gelê Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de yekîtiya neteweyî li eniyên şer bi dest xistiye û divê partiyên siyasî ne dûrî vî tiştî bin.”

Detayên di kongreyê de derketin pêş wiha ne:

• Di şêwirê de ti protokol nehate avakirin û nehiştin ku çend partiyên siyasî giraniya xwe deyne ser û kongreyê bi rê ve bibe. Nîqaş û pêşniyazên projeyan bi awayê “civîna li dora maseya gilover” tê kirin.

• Di protokola biçûk de dayika çar berxwedêrên ji çar parçeyên Kurdistanê hene. Dayîka çar gerîla, pêşmerge û şervanan bi temsîla çar parçeyan di protokolê de cih digirin.

• Ji çar parçeyên Kurdistanê 60 partiyên siyasî yên çepgir, Îslamî, lîberal û xwediyên fikrên giştî cih digirin.

• Bi sedan nivîskar, ronakbîr, akademisyen û aliyên xweser ên civaka Kurd Êzidî, Kakeî, Feylî, Şebek, Yaresan û Hewramî jî di civînê de cihê xwe digirin.

• Ji bo beşdariyê nezî 2 hezar û 500 nivîskar, ronakbîr û akademîsyenan serî lê dan. Lê ji ber şertên fîzîkî hejmareke diyar hate vexwendin.

• PDK’ê di civîna YNK’ê de gotibû ew ê beşdarî civînê bibe, lê beşdar nebû. ENKS, PDK-Î ya Rojhilat û şaxên Bakurê Kurdistanê yên PDK’ê jî beşdar nebûn.

• Di roja pêşî de di hemû axaftinên li ser navê partiyên siyasî de hate gotin ku “yekîtiya neteweyî li ser partiyan e” û hat diyarkirin ku ji bo xebatên yekîtiyê “divê êdî li benda tu partî û hêzên din neyê sekinandin.”

*Di şêwirê de, piştî girîngiya yekîtiyê ya yek ji pirsgirêka herî esasî ya Rojhilata Navîn e û şûnde mijara herî li ser hate rawestandin ‘Şoreşa Rojava’ bû. Gelek nûnerên patiyên siyasî yên ku mafê axaftinê girtin diyar kirin ku bi saya şoreşa Rojava Kurd ji nû ve li ser dika siyaseta dinyayê hate dîtin, banga piştgiriyê kirin.

*Gotina Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdulah a “ Yekîtiya Netewî di çeperên Rojava û Şehîdgehan de pêk hat ” li salonê rastî çepikên xurt hatin.

* Nûnerên li ser navê Tevgera Goran û Partiya Komela Îslamî jî diyar kirin ku çima PDK’ ji bo referandûma dixwaz pêk bîne li vê platformê gotûbêj bikin nehatine, pirs kirin û bal kişandin ku refernadûm jî bi yekîtiya netewî pêk tê.

*Mele Nadir Elî yê ku li ser navê Oldarên Ayînî mafê axaftinê girt, diyar kir ku êdî yekîtî li ser Kurdan ferz e û got: “Me di şerê cîhanê yê 1 û 2 de winda kir. Windakirina me ji ber nebûna yekîtiya netewî bû, encam jî ji bo gelê me pir xedar bû.Ji bo ev xedarî û qetlîamên li ser me tên kirin dom neke ji yekîtiyê zêdetir ti çareyekî din a me nîne.

*Jinên Kurd ên ji bo civîna 3’emîn Konferansa Jinên Netewî ku 9’ê Tîrmehê li hev civiyabûn jî beşdarî şêwirê bibûn. Di daxuyaniya li ser navê KJA’yê de hate kirin wiha hate gotin: “Qetlîama li Şengalê pêk hat ji ber nebûna yekîtiya me bû.”

*Şêwira li Tavary Huner a li Silêmaniyê hate pêkanîn de, bi dehan dezgehên weşanên çapemeniyê yên nivîskî û dîdbarî şopandin.

*Şêwira ku partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, saziyên civaka sivîl û rewşenbîr – nivîskar û akademîsyen beşdar bûn û nirxandinên girîng kirin, wê sibehê bi gotûbêjkirina Yekîtiya Netewî ve dewam bike.