Nifşê Nû: Banga Birêz Ocalan firsendeke dîrokî ye
Lîderê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Abdulwahîd diyar kir ku wan bi erênî banga dîrokî ya Rêber Apo pêşwazî kirine û ji bo "Aştiyeke mayinde û rasteqîn" firsendeke dîrokî ye.
Lîderê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Abdulwahîd diyar kir ku wan bi erênî banga dîrokî ya Rêber Apo pêşwazî kirine û ji bo "Aştiyeke mayinde û rasteqîn" firsendeke dîrokî ye.
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd têkildarî Peyama Dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyamek belav kir.
Şasiwar Ebdulwahîd ragihand ku peyama Rêber Apo bi erênî pêşwazî dikin û got: “Banga Birêz Ocalan ya dawîkirinê qonaxeke nû ya jiyana hevbeş û firsendeke dîrokî ye ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde û rasteqîn. Aştiya rasteqîn li ser dadperwerî, rêzgirtina dualî û naskirina mafan ava dibe. Niha dema diyalog, lihevhatin û pabendbûna bi paşerojeke hevbeş hatiye.”