Newrozên Cizîr û Geverê: Em kelehên berxwedanê ne

Li Cizîr û Geverê Newroz bi peyamên berxwedanê hate pîrozkirin.

Li Cizîr û Geverê Newroz bi peyamên berxwedanê hate pîrozkirin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, pîrozbahiya Newrozê li Tesîsên Bozalanê bi dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" dest pê kir û didome. Girseya gel hê jî tê qadê. Tevî malbatên qurbaniyên komkujiya Roboskî, malbatên mirovên di komkujiyên Kuşkonar û Koçağaçlı de jiyana xwe ji dest dan, malbatên mirovên li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin û xizmên wan amade bûn. Tecrîd, dagirkerî, zext, girtin û kiryarên Rewşa Awarte hatin şermezarkirin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Resûl Sadak diyar kir gelê Botanê tevî kuştinên kiryar nediyar, qedexe û hilweşandinê jî li ser piyan e û got, "Beriya Newrozê bi sedan kes hatin binçavkirin. Xwestin pêşî li tevlîbûnê bigirin, lê belê Botanê her tim serê xwe bilind kiriye."

Bername bi stranên hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Wanê Xezal dewam dike.

GEVER

Li navçeya Gever a Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Girseya gel danê sibehê ji gund, tax û navenda navçeyê ber bi qada pîrozbahiyê ve herikî. Parlamenterên HDP'yî Lezgîn Botan, Dîlek Öcalan û endamê Dîwana KCD'ê Selim Sadak, Dayikên Aştiyê, endamên TJA'yê jî cih girtin.

Li gel dorpêçî û astengiya polîsan jî gel hê ber bi qadê ve tê.