Newroza Qendîlê bi coş dest pê kir

Newroza dîrokî ya Qendîlê bi tevlîbûna bi deh hezaran kesî yên ji çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet ji Başûrê Kurdistanê bi coş dest pê kir.

Newroza dîrokî ya Qendîlê di serî de bi tevlîbûna welatiyên Başûrê Kurdistan û çar parçeyên Kurdistanê bi coş dest pê kir.

Bi deh hezaran kes, bi taybetî ji herêmên Silêmanî, Ranya, Helebce, Şengal, Germiyan, Kelar û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê û ji beşên din ên Kurdistanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê Şaredariya Binarê Qendîl ve hate organîzekirin, duh şev bi pêxistina agir re govend gerandin û dest bi pîrozbahiyê kirin. 

Her wiha wêneyên şehîdan û alên PKK, KCK, KJK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di dewama bernameyê de peyamên Tevgera Azadî, sazî û partiyên civaka sivîl a Kurdistanê, Gelê Mexmûr, Meclîsa Gel a Şengal, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dehan saziyên din bên xwendin. Her wiha Kurdên Êzidî, Kakayî, Feylî jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne.

Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxistin.

Dahûrandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadê hate guhdarkirin. Piştî dawîbûnê girseyê li çepikan dan û dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.

Li qadê bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Newroz pîroz be’, ‘Bijî Newroz’, Kî ne em, Apocî ne’ tê berzkirin.

Di dewamê de peyama Komîteya Amadekar hate xwendin. Di peyamê de hate gotin ku ji bo bigihêjin encamê wê têkoşîn bê kirin û got: “Divê gelê Kurd bi yek dengî û yek helwestê li ber PDK’ê û hevkaran rabe û divê pêşiya dagirkerî û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Kurdistanê wer girtin.”

Pîrozbahî didome.