Newroza dîrokî ya ku komploya navneteweyî pûç kir

Gelê Kurd di Newroza 2006'an de bi gotina 'Rêber Apo îradeya min a siyasî ye' komploya navneteweyî pûç kir. Di Newroza 2022'an de jî bi gotina 'Azadî ji Rêber Apo re' wê komploya navneteweyî bi temamî têk bibe.

Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê her Newroz tê wateya vejîneke nû, serhildaneke nû. Lê belê karakterê pîrozbahiyên Newroza 2006'an hinekî cuda bû. Sala 2006'an bi dirûşma 'Bila sîstema Îmraliyê bê hilweşandin' ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê gel dakete qadan. Çalakî di 8'ê Adarê û Newrozê de gihîştin asta herî bilind. Pîrozbahiyên Newrozê tevî ku li gelek bajaran hatin qedexekirin jî bi milyonan mirov li hev civiyan û ji bo pirsa 'Hûn Abdullah Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî qebûl dikin?" bersiva 'erê' dan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok karakterê Newroza 2006'an û helwesta gel bi gotarek ji bo ANF'ê nirxand.

Gotara Andok wiha ye:

"Piştî ku Sowyet hate hilweşandin, hêzên hegemonîk bi serkêşiya DYE'yê dest bi hewldana jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn kirin. Di vê çarçoveyê de Rêber Apo bi komployeke navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin, operasyona li hemberî dewleta Tirk jî bi amadekirina AKP'ê û desthilatdarîkirina wê, kirin. Êrişa 11'ê Îlona 2001'ê ya li ser Cotkûleyan a bi guman, ku di serî de li Efganistan û Iraqê kirin hinceta destwerdana ji bo dagirkirina Rojhialta Navîn, di çarçoveya vê pêvajoya jinûve dîzaynkirinê de serdemeke girîng e. Bandora xwe wê li Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk jî bibe.

Rêber Apo ji bo pûçkirina komployê û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk, guhertina stratejîk jî di nav de kete nava gelek hewldanan. Van hewldanan, di asta destpêkê de îmhakirina fîzîkî û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd sekinand. Partiya Erdogan AKP, ku xwe weke 'hevserokê' Projeya Rojhilata navîn a Mezin pênase dike, piştî ku di hilbijartinên 3'ê Mijdara 2002'an de bi tena serê xw ebû desthilatdar, hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û danûstandinên demokratîk bêbersiv man. AKP ku ji serî heta binî partî û hikumeteke şerê taybet e, bi piştgiriya bêdawî ya hêzên hegemonîk û noker-xiyaneta PDK'ê ya ji bo wê, xwe spart tasfiyekariya navxweyî û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd rizandina navxweyî ya gelê Kurd weke polîtîkayekê danî pêşiya xwe. Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an a ku tê zanîn li ser vê bingehê dest pê kir. Bi Pêngava 1'ê Hezîranê re şer ji nû ve bû rojeva herî bingehîn a Kurdistan û Tirkiyeyê. AKP'ê şerê qirêj ê li dijî gel û tevgera me girantir kir. Ji xwe bi civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK) a 23'ê Tebaxa 2005'an re şerê qirêj xistin rojeva xwe û li ser bingeha konsepta şer ê topyekûn li dijî tevgera me dest bi êrişê kir.

BANDORA ÇALAKIYA VIYAN SORAN

Li dijî vê yekê jî tevgera me ji aliyê leşkerî ve li dijî 'Konsepta şer ê topyekûn' bi 'Rêbaz û taktîka şer ê nîv giran' tevgeriya, ji aliyê siyasî ve jî li ser bingeha meşandina bi xurtî ya kampanya îmzeyan a 'Rêber Apo îradeya min a siyasî ye' kar kir, pûçkirina êrişan û berxwedan ji xwe re kir esas.

AKP'ê di çarçoveya biryarên MGK'ê ya 23'ê Tebaxê de şerê qirêj giran kir û li Şemzînanê bombe avêt Pirtûkxaneya Ûmût, qîma xwe bi vê jî neanî û zexteke gelekî giran li civakê kir. AKP ji xwe ji destpêkê ve bû partiya şerê taybet ku polîtîkayên qirkirina civakê bi rengê herî bi rêk û pêk meşand. Berxwedana herî xurt a li dijî van êrişan meha Sibatê pêk hat ku meha pêkhatina komploya navneteweyî ye. Meha Sibatê bû ew meh ku di heman astê de çalakî hatin lidarxistin û kampanya îmzeyan hate mezinkirin. Şeva 2'ê Sibata 2006'an endama Komîteya Navendî ya PKK'ê hevrê Viyan Soran ji bo xwedîderketina li Rêber Apo û banga berxwedanê ya li her kesî bike çalakiya xweşewitandinê pêk anî. Hevrê Viyan destnîşan dikir ku bi sîstema Îmraliyê nabe ku mirov bijî, divê ev sîstem bê parçekirin û vê bangê di nava gel de bersiva xwe wergirt. Di vê çarçoveyê de çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê gelekî bi xurtî derbas bûn. Li aliyê din kampanya îmzeyan a 'Rêber Apo îradeya min a siyasî ye' mezin bû. Piştî çalakiyên 8'ê Adarê yên xurt, pêvajoya Newrozê dest pê kir.

NEWROZA 'RÊBER APO ÎRADEYA MIN A SIYASÎ YE'

Newroz ku cejna azadî û berxwedanê ya gelê Kurd e li ser vê bingehê ji yên beriya xwe gelekî bi heybet û cuda hate pîrozkirin. Cudahiya vê Newrozê ji yên beriya xwe ew bû, ku milyonek mirovên qada Newrozê ya li Amedê dagirtin bi yek dengî gotin 'Rêber Apo îradeya min a siyasî ye'. Gel bi rêbaza referandûma zelal piştrast kir ku Rêber Apo îradeya siyasî ya gelê Kurd e. Bi vî rengî Rêber Apo ku bi komploya navneteweyî xwestin wî tune bikin, têkiliya bi gel re qut bikin û bêbandor bikin, ji aliyê gel ve li pêş çavên tevahiya cîhanê weke Rêberê Gelê Kurd hate îlankirin. Lewma Newroza 2006'an Newrozeke dîrokî ye ku komploya navneteweyî pûç kir.

Heman hefteyê piştî ku cenazeyên gerîla yên di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn gihandin Amedê, bi hêza mezin a Newrozê di serî de gelê Amedê li gelek bajarên Bakur gelê me bi rengekî girseyî dest bi çalakiyan kir. Çend rojan di serî de Amed li gelek deveran kolan bi temamî kontrol kir, firsend neda ku dewlet ji saziyên xwe derkeve. Li Kurdistanê dewlet hate tevizandin. Rewşeke nû afirî ku Rêber Apo weke 'cihêbûna ji sîstemê' pênase kir û ji çalakiyên berê gelekî cudatir bû. Amed bi taybetî veguherand bajarê Serhildanê. Yên ku dixwestin helwesta siyasî ya gelê Kurd fêhm bikin êdî berê xwe dan Newroza li Amedê.

NEWROZA 'AZADÎ JI RÊBER APO RE'

Newroza 2006'an Newroza 'Rêber Apo îradeya min a siyasî' bû, Newroza 2022'an jî Newroza 'Azadî ji Rêber Apo re' ye. Gelê Kurd di Newroza 2006'an de got 'Rêber Apo îradeya min a siyasî ye' û komploya navneteweyî pûç kir. Di Newroza 2022'an de jî bi gotina 'Azadî ji Rêber Apo re' wê komploya navneteweyî bi temamî têk bibe.

Li ser vê bingehê em bang li gelê me, dostên me dikin ku di serî de li Amedê li her devera Kurdistanê bi rengê herî xurt daxwaza azadiya Rêber Apo bînin ser ziman, cejna azadî û berxwedanê Newrozê li ser vê bingehê li tevahiya gelê me pîroz dikin."