Newroza ji Abdullah Ocalan re azadî

Hejmara beşdarên pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ji milyonan derbas kir. Hevserokê DTK’ê Bedran Ozturk bang li dewletê kir û got, “Ev Newroz, Newroza “Dem dema serketinê ye’. Ev Newroz, Newroza azadiya Birêz Ocalan e. Newroz pîroz be.

Newroza Amedê piştî deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd di 21’ê Adara 2015’an de hat xwendin, ji rojeke din a dîrokî re malovanî kir. Bi milyonan kesên ku astengî yek bi yek derbas kirin û bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” herikîn qada Newroza Amedê, ji heman qadê azadiya Ocalan qîr kirin.

 Li Qada ku coş derket asta herî jorî, Servet Kocakaya derket ser dike. Kocakaya, ku ji bo bîranîna Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê ya 2017’an de bi guleya polîsan hat qetilkirin strana xwe ya ewil got û Newroza gelê kurd pîroz kir. Di qada ku milyonekê zêdetir kes tê de bûn de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bê nav ber hat berzkirin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Kesên ku Kemal qetilkirin, li eywanên dadgehê bêsûc hatin îlankirin. Em sûcdaran dizanin, ev pergala faşîst û nijadperest e. Hûn ê hesabê bidin gelê kurd. Di kesayeta Kemal Kûrkût de hemû şehîdên Newrozê bi bîr tînim.”

Ozturk, qala “Plana Çokdanînê” ya di civîna Lijneya Ewlehiya Netewî de biryara wê hatibû wergirtin kir û wiha berdewam kir: “Kesên dixwazin gelê kurd, biqedînin, bila li qadên Newrozan binêrin. Kê çok danî bila bibînin. Gelê me çok nadeyne. Qada Newrozê wê bibe xelasbûna wan. Ji ber vê yekê hewldan asteng bikin. Dayikên me ciwanên me herîkin qada azadiyê. Newroz ji bo me cejna hebûnê ye. Hûn di xeletiyê de israr dikin. Dengê Birêz Ocalan bû dengê azadî û wekheviyê. Ev nayê hesaba wan. Gelê kurd û hêzên demokrasiye bi hêz dibin. Desthilata wan dixeteriyê de ye. Dest bi dagirkirinê kirin. Li Rojava û li Başûr dagirkirina xwe didomînin. Hûn ê ji Efrînê ji Başûrê Kurdistanê derkevin. Wê gelê me azad bibe. Wê Kurdistan azad bibe.

Neçin ber deriyê Pûtîn û Biden. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê nefiroşin. Wê kurd berxwedana xwe bidomînin. Rêberê Gelê Kurd rê nîşanî gelê kurd da. Mifteya azadiyê, demokrasiye, jiyaneke birûmet di destê Birêz Ocalan de ye. Dest ji xeletiyan berdin. We gotin em kurdan tasfiye bikin hûn hatin ber tasfiyebûnê. Gelê kurd çok nedanî, vaye li vê qadê ye. Divê pirsgirêka kurd were çareserkirin.

 Partiyên muxalefetê jî dibêjin rêya demokrasiyê di Amedê de derbas dibe. Mirov hinek şerm dike. 7 sal in li Kurdistanê zilma nehatiye jiyan nemaye. Mesût Yilmaz, Suleyman Demîrel, Tayyîp Erdogan hatin û çûn. Dest ji derewan berdin. Rêya demokrasiyê jî ya azadiyê jî di Îmraliyê de derbas dibe. Ne xwe ne jî gelê kurd nexapînin. Gelê kurd gelek şans dan we. Hûn ê werin rûnin, divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hûn gavên şênber biavêjin. Rojên berê çûn. Hûn nikarin kesê bixapînin. Ev Newroz Newroza ‘Dem dema serkeftinê ye’. Ev Newroz, Newroza azadiya Birêz Ocalan e. Newroz pîroz be.”