Newroza Amedê: Heta dawiyê berxwedan!

Siyasetmedar Ahmet Turk di Newroza Amedê de axivî û got “Em ê hebin, em ê heq û hiqûqa xwe bi dest bixin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Ligel astengî û provokasyonên Emniyeta Amedê gel astengî derbas kir û tevlî Newroza Amedê bûn. Bi sed hezaran kes li qadê kom bûn û li ber stranên Hozan Kazo govend gerandin.

‘HÛN NIKARIN DENGÊ GELÊ KURD QUT BIKIN’

Partiyên Kurdan ên di nav Koma Tifaqa Kurdistanî de derketin ser dikê û gel silav kirin. Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk jî derket ser dikê û gel silav kir. Ahmet Turk di pîrozbahiyê de axivî û got “Ez bi germahiya agirê Newrozê we silav dikim. Jin û ciwan ji bo pêşeroja gelê Kurd û ji bo azadiyê li ser pêyan in. Ji bo azadiya Kurdan em hemû li ser pêyan in. Ez berxwedana we silav dikim.”

Turk di dûmahîka axaftina xwe de got “Li ser rêzdar Ocalan 5 sal in tecrîd heye. Malbat û parêzerên wî nikarin biçin hevdîtinê. Wê gelê Kurd vê siyasetê pûç bike. Di heman demê de hevala me Aysel Tûglûk di girtîgehê de ye û nexweş e. Tiştekî mirovî û exlaqî nemaye. Ji dêvila ku divê were berdan lê ew di bin zilmê de ye.

Li ser Kurdan zextên giran hene lê siyasetmedarên Kurd li çar parçeyan nikarin bibin yek. Em ji Amedê bang dikin, êdî dem hatiye ku em werin ba hev û hiqûqeke hevpar ava bikin. Heke hûn wisa tevbigerin wê dîrok û gelê Kurd we efû neke. Divê li gorî serdema nû siyaset were afirandin, siyaseta demokratîk were xurtkirin û li dora nirxên hevpar gelê me bibe yek. Ez dixwazim hûn ji vî tiştî bawer bikin. Ev desthilatdar wê biçe. Em ê hebin, em ê heq û hiqûqa xwe bi dest bixin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”