Newroza Amedê: Azadî ji Abdullah Ocalan re

Ligel astengî û qedexeyan bi sed hezaran kes li Newrozê Amedê kom bûn. Li qadê sloganên ‘Bijî Serok Apo’ tên berzkirin.

Fînala pîrozbahiya Newroza 2022’an a bi şîara ‘Dem dema serkeftinê ye’ li Qada Newrozê ya Amedê tê kirin. Ji biçûkan heta mezinan gel qefle bi qefle berê xwe dide Qada Newrozê. Bi sed hezaran kes hatin qada Newrozê û li qadê sloganên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê berzkirin. 

Mêvanên ku ji derveyî welat xwestin werin beşdarî pîrozbahiyê bibin jî hatin astengkirin. Ji ber ku mêvanan nexwestin nimreya xwe ya pasaportê bidin, têketina wan a qadê hate hate astengkirin.
 
Ji ber ku di ketinên qadê de xelk ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, bernameya pîrozbahiyê dereng dest pê kir. Bi hezaran kes bi saetan di ketinên qadê de hatin sekinandin. Gel bertek nîşanî polîsan da û di navbera wan û polîsan de rageşî qewimîn. Polîsan êrişî gel kir û ciwanan bi avêtina keviran bersiv da êriş û astengiyan. Li ser berxwedana gel polîs neçar man xwe paş ve vekişînin û deriyan vekin. Li ser vê yekê bi deh hezaran kes ketin qadê.
 
Pêşkêşvaniya Newrozê ku hunermend Devrîm Amed û Ozcan Ateş dest bi bernameyê kirin û Newroza gel pîroz kirin û gotin: “Ji Serhedê heta Botanê, Ji Efrînê heta Kobanê, li çar aliyan Newroz pîroz be.” Pişt re ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de canê xwe ji dest dane, rêz hat girtin.  
  
Bi sed hezaran kes li qadê bi kelecan pîrozbahiyê dikin. Serokê Komîteya Amadekar û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan axaftina destpêkê kir û wiha got: “Em cejna bi milyonan pîroz dikin. Bi ruhê Rehşanan, Zekiyayan cejna Newrozê pîroz be. Newroz hebûn e, Newroz hebûna li dijî zilmê ye. Newroz berxwedan e. Newroz berxwedana 2 hezar û 600 sal e. Heta ku li ser vê axê zilm hebe, em ê li ber xwe bidin. Amed berxwedan e, hezar silav li we be. Yên ku dibêjin em ê îradeya Kurdan bişikînin, bila baş li vê qadê binêrin, va ye Amed, vaye îrade. Kes nikare îradeya gelê kurd bişikîne.” 
 
Ceylan newroza girtiyên nexweş û hemû girtiyan pîroz kir û got: “Cejna Newrozê ya berxwedêrên zindanan pîroz be.”