Newroz li Xarpêtê hate pîrozkirin

Li gel "qedexeya walîtiyê" jî Newroz li Xarpêtê hate pîrozkirin. Li Çewlikê jî agirê Newrozê hate dadan.

Rêxistina HDP'ê ya Xarpêtê xwest Newrozê li qada Stasyonê pîroz bike, lê belê ji ber ku walîtiyê "destûr neda" li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyek hate dayin.

Tevî gelek endamên partiyê, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî tevlî bû.

Hevserokê HDP'ê yê Xarpêtê Alî Yildirim axivî û got, "Çawa ku berê Kawayan li ber xwe dan, îro jî wê berxwedan dewam bike. Em astengiya walîtiyê qebûl nakin û li dijî zextan em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin."

Gulistan Kiliç Koçyîgît jî got, "Hûn kî ne ku radibin Newrozê li me qedexe dike? Armanca walîtî çi ye? Tişta ku walî û emniyetê aciz dike çi ye? Îro li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn agirê Newrozê yê raperîna mezlûman geş dibe. Newroz ne tenê cejna Kurdan e, cejna gelên Rojhilata Navîn e. Eger ji we heye ku bi astengiyê hûn ê eşqa me ya Newrozê bi dawî bikin, hûn xwe dixapînin. We mirovên me qetil kirin, lê wan dest ji nasname, cejn û çanda xwe bernedan. Îro bi milyonan dadikevin qadan."

Piştî axaftinan Newroz hate pîrozkirin û demeke dirêj govenda Newrozê hate gerandin.

ÇEWLIK

Li Çewlikê ku serê sibehê germahî di binê sifirê de 10 pile bû, girseya gel ji bo agirê Newrozê dade li kolana Nexweşxaneyê li hev civiyan. Gelek kes bi kincên neteweyî, bi rengên kesk, sor û zext tevlî pîrozbahiyê bûn. Bi hezaran kesî dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan û li ber dahol û zirneyê govend gerand. Hîn jî mirov li qadê dicivin.

Li aliyê din ji ber berfa ku 3 roj in dibare, rêyên gelek gundan hatiye girtin û gundiyên ji bo pîrozbahiyê bi rê ketin neçar man ku vegerin.