Newroz li Tekmanê hate pîrozkirin, tecrîd hate şermezarkirin

Li navçeya Tekmanê li quntara Çiyayê Palandokenê Newroz hate pîrozkirin. Di çalakiyê de tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin.

Newroza 2022'an li navçeya Tekman a Erzîromê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Xaçerêya Dortyolê ya li navnda navçeyê pêk hat û serê sibehê dest pê kir.

Girseya gel bi ketina qada Newrozê dest bi gerandina govendê kir û pîrozbahiyê dest pê kir. Bi coşeke mezin agirê Newrozê hate dadan û li dora agir govend hate gerandin.

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû got, "Pîrozbahiyên Newrozê bi hêsanî nehatin qezençkirin, bi têkoşîneke mezin hate bidestxistin. Bi hewldanên mezin, bi berxwedaneke mezin hate bidestxistin."

Gergerlîoglû bal kişand ser tecrîda li girtîgehan û got, "Bila tecrîda li girtÎgehan bi dawî bibe. Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Çareserî wekî din nabe."

Piştî axaftina Gergerlîoglû pîrozbahiya Newrozê bi stranên hunermendan dewam kir.