Newroz li Hezroyê hate pîrozkirin: Çareserî bi Abdullah Ocalan dibe

Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn li Hezroyê di pîrozbahiya Newrozê de axivî û destnîşan kir ku çareserî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe.

Li navçeya Hezro ya Amedê bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' Newroz hate pîrozkirin.

Girseya gel serê sibehê berê xwe da qada Newrozê ya li pêşberî avahiya partiyê û li gel serma û seqemê qada Newrozê dagirtin.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Zeyyat Ceylan, GUlîstan Atasoy û rêveberên bajêr jî di nav de gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Girseya gel demeke dirêj li dora agirê Newrozê govend gerand.

Destpêkê Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyyap Ceylan axivî û Newroz li berxwedêrên li zindanan pîroz kir.

Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn jî anî ziman ku li çar aliyên welêt de zilm û zordariya AKP'ê heye. Tosûn diyar kir ku desthilatdarî ji Newrozê ditirse û got, "Desthilatdarî ji Kurdan, ji jinan ditirse. Doh 24 hevalên me yên jin destgîr kirin. Ji ber ku ji qîrîna azadiyê ya jinên Kurd ditirsin. Hevalên me yên jin li derve jî be girtî jî be wê li ber xwe bidin."

Remziye Tosûn destnîşan kir ku gelê Kurd wê ti carî ji têkoşînê venegere û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Tosûn got, "Birêz Ocalan 22 sal in li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Ocalan got, 'Hefteyekê bidin min ez ê aştiyê bînim vî welatî'. Ji ber ku nehat hesabê desthilatdariyê, ji ber ku ji felsefeya Birêz Ocalan ditirsin, gavekê neavêjin. Eger deriyên Îmraliyê bêne vekirin wê aştî pêk were."

Piştî axaftinan hunermend Gulay derkete ser dikê û li ber stranên wê govend hate gerandin. Pîrozbahî bi gerandina govendê û tilîliyan bi dawî bû.