Newroz li Garê bi coş hate pîrozkirin

Li Garê ku dewleta Tirk meha Sibatê lê têk çû û neçar ma leşkerên xwe jê vekişîne, hêzên gerîla agirê Newrozê dadan û fîşekên hewayî teqandin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser çiyayê Garê bi coşeke mezin Newroz pêşwazî kirin.

Gerîla li dora agir govend gerand û fîşekên hewayî teqand.

Komeke gerîla ya qelebalix tevlî pîrozbahiyê bû.

Gerîla Şîlan anî ziman ku Newroza 3'emîn e ew li qadên gerîla pîroz dike û got, "Hesteke gelekî bedew e." Gerîla Şîlan got, "Mirov li van çiyayan pê dihesin ku azad in."

Gerîla Cûdî Gulistan jî got, "Agirê Newrozê divê her sal bêhtir bê geşkirin."

Gerîlayê HPG'ê Botan Germiyanî jî got, "Pîrozkirina Newrozê li çiyayên Kurdistanê bi rastî jî hesteke mezin e." Botan Germiyanî anî ziman ku gerîlayên ji çar parçeyên Kurdistanê û gerîlayên Ereb tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Garê bûne û got, "Ji b şikandina tecrîda li ser Rêber Apo divê em berxwedanê mezin bikin."