Newroz li Erdîşê hate pîrozkirin

Li Erdîşê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê li hev civiyan. Di pîrozbahiyê de hate gotin, "Gelê Kurd wê rizgar bibe, zalim wê teqez têk biçin."

Agirê Newrozê bi dirûşma "Dem dema serketinê ye" li navçeya Erdîşê ya Wanê hate dadan. Xelkê Geliyê Zîlanê ji serê sibehê ve berê xwe da Hala Zebzeyan a li navenda navçeyê û ji du nuqteyên kontrolê derbasî nava qadê bû.

Qada pîrozbahiyê bi alên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) hate xemilandin. Jin û ciwan bi xurtî tevlî pîrozbahiyê bûn. Girseya gel govend gerand û Newroz pîroz kir.

Tevî ku germahiya li navçeyê di bin sifirê de bi 5 pileyî ye, bi deh hezaran kes li hev civiyan û qada Newrozê dagirtin. Dayikên Aştiyê li refên herî pêş bûn. Li qadê dirûşmên "Bijî Newroz", "Dem dema serketinê ye", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştre jî Serokê Komîteya Amadekar Nîhat Macît axivî û got, "Newroz cejna vejînê ye, cejna jinên Kurd ên berxwedêr e. Newroz bexwedana li dijî qirkeran e. Newroz berxwedana Kobanê ye, şoreşa jinê ya li Rojava ye, serketina gelan û ekolojiyê ye."

Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Bayram Çîçek jî got, "Li Erdîşê piştî 5 salan me agirê Newrozê dadan. Em li dijî Dehaqan û li dijî zaliman têdikoşin. Dem dema rizgariya gelê Kurd e. Newroz berdêla Sema Yuce, Kemal Pîr û bi hezaran şehîdan e. Divê em xwedî li vê derkevin. Em ê van berdêlan ji bîr nekin û timî hêjayî wan bin. Ji Geliyê Zîlan heta Agiriyê û Koçgiriyê Kurd hatin qetilkirin. Divê were zanîn ku me ti carî serî netewand, em ê netewînin. Gelê Kurd wê xwedî li rastî û dîroka xwe derkeve. Kurd wê xwedî li têkoşerên ji bo çand, ziman û Kurdistanê derkeve."

Piştî axaftinan Koma Aryen derkete ser dikê û stranên xwe got. Bi konserê re agirê Newrozê yê destpêkê yê herêma Serhedê hate dadan. Şêniyên Geliyê Zîlanê li dora êgir govend gerandin.