Newroz li Agiriyê hat pîrozkirin: Divê dewlet bersivê bide bangê

Pîrozbahiya Newrozê ya li Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Di çalakiyê de komkujiya li Kobanê hate şermezarkirin û ji bo rêveçûna banga dîrokî ya 27'ê Sibatê bang li dewletê hate kirin ku gavê biavêje.

Pîrozbahiya Newrozê ya li navenda Agiriyê bi dirûşma 'Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk' û 'Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê' hate lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, kincên Kurdî Newroz xemiland.

Bi taybetî jin û ciwan tevlî pîrozbahiya li Bazara Samanê bûn.

Di pîrozbahiyê de banga dîrokî ya Rêber Apo hate silavkirin û tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate qîrîn.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mûazzez Orhan li pîrozbahiyê axivî û got, "Yên ku hewl didin bi înkar û îmhayê gelê Kurd tine bikin, îro careke din ji bo çareseriyê çûn Îmraliyê. Careke din serî li Birêz Ocalan dan."

Mûazzez Orhan got, "Di ser bangê re hefte derbas bûn, lê belê desthilatdariyê hîn gaveke şênber neavêtiye. Em ji vê derê careke din dipirsin; hûn li benda çi ne? Roj di ser re derbas bûn lê hîn jî we bersiv nedan banga Birêz Ocalan. Ev pêvajo bi rengekî yekalî nameşe û ji bo dawî li rijandina rondikên çavan bê anîn divê gav bê avêtin. Şert û mercên Birêz Ocalan sererast bikin."

KOMKUJIYA LI KOBANÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik jî komkujiya li Kobanê şermezar kir û got, "Gelê me ji xwînê û tundiyê betilî û êdî rêyeke nû dixwaze. Weke gelê Kurd em ê rêyeke nû biafirînin û rêyeke nû peyda bikin. Birêz Ocalan vê dibêje û em bi wî re ne. Li aliyê din bi SÎHA'yan bombeyan li mirovên me dibarînin. Di pêvajoyên aştiyê de divê ev nebin. Ev yek berevajî ruhê aştiyê ye. Rûnên bi Kurdan re hiqûqeke biratiyê ava bikin. Hûn çi ji Rojava dixwazin? Bihêlin bila ew bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin."

Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan û li dora agirê Newrozê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' govend hate gerandin.

Pîrozbahî bi stranên hunermend Jehrmar bi dawî bû.