Newroz ji ser giran xwe berda nav bajaran

Suleyman Ihtîyatoglu got beriya salên 80’yî agirê Newrozê li giran dihate pêxistin, piştre li taxan û piştî salên 90’î jî bûye çalakiyên mezin.

Suleyman Ihtîyatoglû behsa guherîna Newrozê ya ji beriya 12’ê Îlonê, Derbeya Leşkerî û vir ve kir.

Ihtîyatoglu diyar kir beriya 12ê Îlonê li Colemergê bi dizîka agir pêdixistin û got, ‘’Beriya 12’ê Îlonê yê ku diçû herêma Helel, diviya şev li wir bimaya. Ê ku diçû gire Silehya jî şev li Durankaya dibihurand. Ên ku diçûne gire Berçelan li Kurcanis, Konakê diman. Ên li taxa Gpsî jî diçûne taxên din. Ên ku agirê Newrozê pêdixistin diviya xwe jî bihemandana.’’

Piştre li cihên stratejik, beriya bi rojekê leşker hatine bicihkirin. Gel jî ji bêgavî xwe berda nav navenda bajêr. Li kuçe, li qiraxên taxan agir hate vêxistin. Dema ku polês û leşkeran çehv li êgir dikirin bi bayê bezê ber bi êgir ve diçûn. Vê carê jî li deverên cihê agir dihate vêxistin. Heta sibehan em û leşker û polês di pey hev de bûn. Piştî têkoşîn û berdêlan li meydanan hate pîrozkirin.’’

Ihtîyaloglu diyar kir wan deman komele beriya bi mehekê li hev kom dibûn, kar di nav xwe de belav dikirin, kî wê çi bike, biçe kîjan herêmê diyar dikirin û got, ‘’Carinan berf metroyek û nîvê radibû, lê dîsa jî lastik dibirin cihê peywirê. Wê şevê xetên neqla enerjiya dihate birin. Bi vî rengî agir bi şev xweştir dihate dîtin. Gel ji bo ku agirê azadiyê pêxe, hebûna xwe nîşan bide ev dikir. Bi çalakiya Mazlûm Dogan a li Zindana Amedê Newroz bû serhildan.’’

Li gel panzêran jî Kurdan li navendên bajaran Newroz pîroz kirin. Di Newrozan de bi dehan kes şehîd bûn. Îro heke Newroz bi tevlêbûna bi milyonan tê pîrozkirin ev bi berdêlan e. Li Hekarî jî wiha ye. Jin, zarok, kal û pîr hemû kesên Hekarî Newrozê pîroz dikin. Newroza îsal jî girîng e. Em qadan dagikirin û daxwaza xwe bibêjin.’’