Newroz ji aliyê deh hezaran kesî ve li Qendîlê tê pîrozkirin

Newroz li Qendîlê ji aliyê deh hezaran kesî tê pîrozkirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê peyamek ji pîrozbahiyê re şand û destnîşan kir ku Newroza gelan wê dawî li Dehaqên serdemê bîne.

Tevî astengiyên Asayîşa PDK'ê jî gelê Başûrê Kurdistanê ji duh ve ber bi Qendîlê ve diherikin ji bo Newrozê pîroz bikin. Newroza li Qendîlê "Berxwedana Efrîn Newroza Gelan e" ji aliyê bi deh hezaran kesî ve tê pîrozkirin.

Ne tenê ji Başûrê Kurdistanê, her wiha ji Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî tevlîbûn li pîrozbahiyê heye.

Qada Newrozê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîdên Berxwedana Serdemê, Mazlum Dogan, Sakîne Cansiz û hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hatiye xemilandin.

Beşdarbûneke diyar ya ciwanên Kurd yên bi cil û bergên gerîla, şervanan û cilên gelêrî yên Kurdî balê dikişîne. Ji her temenî mirov beşdarbûne û gelek dayîk û jinên Kurd jî tevlîbûne.

Gelek sazî û rêxistinên Kurd yên Başûrê Kurdistan û parçeyên din yên Kurdistanê jî beşdarî Newroza Qendîlê bûne.

KCK: NEWROZA GELAN WÊ DAWIYÊ LI DEHAQAN BÎNE

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan, bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê peyamek ji pîrozbahiyê re şand û cejna Newrozê li tevahî gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir.

Peyama KCK'ê ji aliyê endamê Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Rêwar Awdanan ve hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin:

"Destpêkê Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî li gelê Kurd, gelên azad, Rêber Apo û gelê Efrînê pîroz dikin. Gelê me di du mehên dawiyê de bi berxwedan û helwest yekîtiya xwe ya netewî îspat kir. Her wiha hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê jî xistine ber ceribandinek mezin.

Tişta dikeve ser me, daxwaz û hêviyên gelê me pêkanîne. Êdî di çarçoveya fikrekî netewî û stratejîk a netewî de têkoşîn bikin û em hemû vê rastiyê bizanin ku doz û daxwaza gelê me yeke. Her çendî em weke çar dost û çar hestan nêzikatî li gel bikin, emê xwe lewaz bikin û dijminên xwe kefxweş dikin.

Dostên me jî di du mehên buhrî de bi xwedîderketina li Efrînê, Rêber Apo, doza rewa ya gelê Kurd, nirxên mirovatî, yekîtî û yekbûna netewî îspat kir ku ew xwedî nirxên mirovahî ne. Bêguman wê ev helwest di laperên zêrîn ên dîrokê de bê tomarkirin. Em jî timî bi rêzdarî û hurmet li wan dinêrin û ji bîr nakin.

Dewlet û saziyên navnetewî bi helwesta xwe ya li hemberî Efrîn û doza rewa ya gelê me, îspat kir ku ew xwedî heman helwestina dijî doza gelê Kurd û gelên herêmê ne. Diyar kirin ku bi ti şêweyek maf û azadiya gelê Kurd û gelên herêmê qebûl nakin. Hemû proje û hewldanên ji bo azadiya gelê Kurd û gelên herêmê be, ewê bi hemû hêza xwe dijbertî bikin ku bi zindî binax bikin. Belê bila baş bizanin xeyala wan vala ye. îradeya gelê Kurdê azad hemû êrîş, komplo û dagirkeriyê dişkêne. Ji ber ku gelê Kurd biryara şoreş û serkeftinê daye. Ji hemû demê zêdetir agirê şoreş û xebata me geştire.

Gelê Kurd weke serdema Medan li rex gelên herêmê ji bo avakirina sîstema azadî û demokrasiyê gav tavêje. Sîstemek ku dûrê zulm, cûdahiy rêgezî, cûdahiya nijadî, cûdahiya netewî, cûdahiya bawerî û olan, cûdahiya îdeolojî, cûdakariya çîn û pêkhateyan ye. Mînaka vê sîstemê li Efrîn û Bakûrê Sûriyeyê derketiye pêş û ber bi pêş ve gav davêjin. Ev jî hêviya gelan a ji bo jiyana azad e.

Çewan di xwazeyê de piştî zehmetiyên Zivistanê, Bihar bi ciwanî û xweşiya xwe jidayik dibe, bihara gelan û Newroz jî dawî li zulm û zordariya Dehakên serdemê wê bîne. Bihara gelan ava dibe. Bi xebat û azadiya zarokên gel wê dawî li zivistana dagirker û zulmkaran were. Bihara jiyana azad û netewa demokratîk ser dikeve.

Em ê bi ruhê Newroza Bihara azad hemû hêza bikin yek, li hemberî hemhelwestên zulmkaran, weke gelê Kurd yekîtiya xwe ya netewî çêbikin. Bi gelên Kurdistan, herêm û azadîxwaz re têkiliyên xwe baştir rêxistin bikin û têkoşîna xwe ya azadîxwaziyê bilindtir bikin."

Pîrozbahiya Newroz Qendîlê dewam dike.