'Newroz divê îsal li Rojhilatê Kurdistanê bi coşeke mezin bê pîrozkirin'

Endamê KODAR'ê Farhad Pawe Newroz li gelên alîgirê azadiyê hemûyan pîroz kir û ev bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir, "Bi ruhê Newroza Amedê û ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin."

Endamê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê Ferhad Pawe cejna Newrozê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê, gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku divê gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê li dijî siyaseta rejîma Îranê ya bêwatekirina Newrozê dakevin qadan û merasîma Newrozê bi heybet pîroz bikin.

Berfirehiya peyama Pawe wiha ye:

“Bi soza bayê sibehê lêv kiriye gula nû pişkivî û rûken
Li ser çeqê daran bilbila evîndar ji kêyfxweşiya gul bendan dibêje
Pêk hat hêviya ciwanan û govenda germ
Hevalno roja Kurdan e, buhar e, cejna Newroz e
Ji dil ve vê roja cejnê li we dikim pîroz e

Di destpêka buhar û cejna Newrozê de hemû şehîdên rêya azadiyê û serbestî pîroz dikim û bejna xwe li ber bejna wan a bilind ditewînim. Her wiha cejna berxwedanê wate Newrozê di serî de li Rêber Apo, rêberê têkoşîn, berxwedan û vejînê, li hemû têkoşerên rêya azadiyê, malbatên serfiraz ên şehîdan, gelê têkoşerê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê pîroz dikim.

Bê guman cejna Newroz ku cejnekî kevnar e, rehê wê digihîje çanda kevnar û bi nirx a Zagrosî ya ku gelek ezmûnan di xwe de dihewîne, wateya wê bi nirx e ku ji wana berxwedan, serhildan, vejîn û têkoşîna ji bo tinekirina her cure zilm û bindestî û dagirkeriyê ye. Gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de li hemberî dagirkerî, bindestî û ji bo avakirina cîhaneke azad û wekhev hewl daye û têkoşiya ye. Heta niha ango roja îro jî bi hêzeke zêdetir ve berdewam dike. Bê guman Newroza îsal xwedî girîngî û nirxeke zêdetir e. Ew jî çavkaniya xwe ji çend mijaran digire ku yek ji wan ewe ku îro gelê Kurd û tevgera azadiya wê ji her demê zêdetir nêzî azadî û serbestiyê bûye û di heman demê de gef û metirsiyên li ser gelê me û tevgera azadiyê zêdetir û metirsîdartir bûye.

Bê guman Newroza îsal xwedî wate û girîngiyeke zêdetir e. Weke ku em dizanin dewletên dagirker ên Kurdistanê ku ji wana rejîma qirêj û gemar a komara Îslamî û rejîma faşîst a Tirk, hem li navxwe û hem li derve bi gelek pirsgirêk û krîzan re rû bi rû mane. Di heman demê de rejîma Tirk a dagirker bi hemû şêwazê êrişî gelê me û gerîlayên azadiya Kurdistanê dike. Rejîma faşîst û paşverû ya Îranê jî îsal wisa xuya dike ku dixwaze bi şêwazeke sîstematîk Newrozê ji cewher û wateya wê ya rasteqîn derxîne û asteng bike ku ew merasîm bi heybet û bi hêzeke zêdetir bê lidarxistin. Ji bo wê jî pêwîste gelê me li her çar aliyê Kurdistan û derveyî welat bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê Newroza îsal bi coşeke bê hempa pîroz bikin û hemû derdorên civakî tevlêbûna xwe di navê de çêbikin. Ji bo ku banga aştî û azadiya xwe bigihînin guhê hemû cîhanê, di heman demê de vê peyamê bi rengekî yekdeng û yekgirtî ji dagirkeran û hemû cîhanê re bêjin ku gelê Kurd ne razaye û hişyar e û heya ku bigihîje azadî û serbestiyê, li beramberî hemû cure zor, serkutkirin, înkar û îmhayê berxwedêr e û têdikoşe.

Ji ber wê jî bang li gelê me bi taybetî yên Rojhilatê Kurdistanê, di serî de ciwanan dikim ku bi ruhê Newroza Amedê û berxwedaniya Mezlûm Dogan tevlê merasîma cejna Newrozê bibin û dengê têkoşîn û berxwedanê bihêztir û bilindtir bikin da ku bikarin zûtir dagirkerî û serkutkirina li ser gel û welatê xwe nehêlin û bigihîjin maf û armancên xwe. Ji bo wê jî di dawiyê de dubare bi boneya cejna Newrozê, cejna berxwedan û serhildanê li hemûyan pîroz dikim û dibêjim, bijî Newroz, bijî berxwedan û bijî Rêber Apo.”