'Newroz di şikandina êrîşan de roleke girîng leyîst’

Amediyan pîrozbahiyên Newrozê weke ‘Vejîn’ê bi nav kirin û diyar kirin ku Newroza îsal di şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên leşkerî û siyasî de roleke girîng leyîst.

Îsa bi beşdarbûna sed hezara kesî  Newroza Amedê bi coç û moraleke mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de qala dagirkeriya Efrînê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peyamên girtiyên siyasî yên li girtîgehan hate guhdarkirin û tevlîbûna zêde ya ciwanan bal kişand.

Amediyên ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûyîn ragihandin ku pîrozbahiyên Newroza îsal ku di rewşa şer de tê pîrozkirin ji bo hemû hêzên dagirker bersivek bû.

‘MA EM LI SÛRÊ QEDIYAN KU LI EFRÎNÊ WINDA BIKIN’

Bedia Taş a 55 salî diyar kir ku Newroz cejna aramî û aşitiyê ye û Newroza îsal wê ji bo hemû gelê Kurd serketinê bîne. Taş wiha domand; “Hêvî dikin ku bi komkujiyan gelê Kurd tine bikin. Lê şaşî dikin. Ma em li Sûrê, li Roboskî, li Kobanê qediyan ku li Efrînê winda bikin? Yên ku dibêjin wê Kurd biqede û winda bike bila li qada Newrozê binêrin. Eger em xelas bibûna îro ev qad wiha tejî  nedibû. Newroz çawe ku wateya vejînê ye îsal jî heman tişte. Yên ku dibêjin me winda kir îro temaşeyî vê qada kirin û zanîn ku şaşî kirine û tirsiyan.”

‘DIVÊ ÎRADEYA NEWROZÊ HER DEM BIDOME’

Mazlum Gül ê 22 salî jî diyarkir ku Newroza 2018’an li gorî sala din bi beşdarbûneke mezin û bi coş û moraleke mezin hat pîrozkirin û wiha domand; “Dema ku Efrîn dagirkirin, texmîn ne dikirin ku wê qadên Newrozê wiha tejî bibin. Lê îro gelê me da nîşandan ku çi dikin bila bikin wê nikarin me biqedînin. Divê coş û morala gelê me ya îro hemû deman zindî bimîne. Ji ber ku em hê dibin dorpêçê de û di herêma Rojhilata Navin de em hê nebûne xwedî statuyekê. Ji ber vê jî divê em coş û îradeya Newrozê timî zindî bihêlin.”

‘HÊZA KU EM ANÎN VIR, RÊBERTIYA ME YE’

Şeviyet Dağ a 50 salî jî got ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herku diçe girantir dibe û divê gelê Kurd bersivek giran bide tecrîdê. Dag wiha domand; “Eger Newroz vejîn be, Rêbertiya me ya ku nasnameya me bi cesaretê parast jî mîmarê vejînê ye. Ji ber wê jî Newroz di heman demê de Rêbertî ye. Îro hemû kesên ku hatine vê qadê baş dizanin ji bo çi hatine. Hêza yekane ya ku em anîne vê qadê Rêbertiye. Em li rêya ku Rêbertî  vekirî de têkoşîna azadiyê didin. Û di rêya ku Rêbertî vekirî de divê em Rêbertî azad bikin.”

‘NEWROZÊ ROLEKE GIRÎNG LEYÎST’

Serhad Piroz (20) jî wiha got; “Newroz ji bo me hemuyan tê wateye vejînê. Bi taybet ku Rêbertiya me dibin di rewşa dîl hate girtin de, di pêvajoya ku li dijî gelê me hemû êrîş heyî bi wesîleya pîrozbahiya Newrozê tejîbûna qadan dide nîşandan ku hê îradeyek li ser pêyan heye. Newrozê ji bo şikandina van hemûyan roleke girîng leyîst. Divê gelê me vê îradeyê tenê bi Newrozê re bisînor neke. Ji niha û şundê li her cihê ku êrîş û zext hebe vê îradeyê nîşan bidin.”