Newroza Colemergê: Hêza me berxwedana dastanî ya gel e

Li Colermergê Newoz weke bajarên din bi dirûşma, ''Dema serkeftinê ye'' hate pîrozkirin

Newroz li otogarê ku 5 km dûrî navenda bajêr e hate pîrozkirin.

Gel guh neda sermayê û ber bi qada Newrozê ve herikî.

Li ser navê Komîteya Amadekar Kadir Şahîn got, ''Newroz yekbûn e. Li vê qadê, li dijî zaliman em ê yekbûna xwe nîşan bidin.''

Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Lokman Ozdemîr jî got, ''Deheq neqediyan lê li ber Deheqan gelan jî serê xwe neçemand. Em ê Deheqan têk bibin.''

Hevseroka Bajêr ê HDP'ê Hueymra Armût jî got, ''Berxwedana xwe heta ku em bi serfiraziyê tacîdar bikin wê bidome.''

Piştre Hevşaredara Mustafa Avci û Hevserokê HDP'ê Lokman Ozemîr agirê Newrozê pêxistin.

Li Newrozê peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a rehîn hate xwendin.

Guven di nameya xwe de got, ''Di şexsê Rêzdar Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gel hatiye danîn, ev tecrîd li hemû zindanan berbelav bûye.  Di têkoşîna xwe ya heq û rewa de hewcehiya me bi kesî nîne, me xwe bi hêviya kesî ve nehiştiye. Em jinên Kurd dibêjin li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, em ê hevalbendiya xwe ya netewî deynin û wiha gava xwe bavêjin sedsalê.''

Guven bi domdarî got,''Gelê Kurd ti caran bêgav û bêçareserî nemaye. Çareseriya me jî berxwedana dastanî û hêza xweser a gelê me ye.''