'Newroz Cejna Tawizî Melek e'

Ji Rûspiyên Êzdiyan Xelef Qasim bal kişande ser girîngiya Newrozê ji bo Êzdiyan û got, "Newroz cejna êgir e, agir jî yê Tawizî Melek e. Ji ber vê em dikarin bibêjin Cejna Newrozê cejna Tawizî Melek e."

Rûspiyê Êzdiyan Xelef Qasim diyar kir, çi kesê ku bahweriya xwe bi êgir heye bi wesîleya Newrozê divê li Şengalê vegere.

Qasim bang li Şengaliyan kir û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku li Şengalê vegerin. Êzdî li her deverê belawela bûne û civak bêhêvî bûye. Gelek Êzdî li cîhanê belav bûne. Dixwazim gelê me bizanibe ji bilî Çiyayê Şengalê ti cihekî me nîne, wargeha me ya dawî evder e."

Ji rûspiyê Êzîdiyan Xelef Qasim têkilî mane û girîngiya Newrozê axivî û diyar kir ji herî zêdetir divê Êzîdî Newrozê ji bo xwe cejn bibînin, bi sedema ku Newroz cejna êgir e û ew Êzîdî, miletê Tawizî pir mane didin êgir. Qadim got, "Ji dema Someriyan heta niha Newroz tê pîrozkirin, lê bi dîrokê re gelek caran navê xwe guheriye. Demekê Newroz bi cejna Zerdeşt dihate naskirin. Ji bilî Newrozê gelek cejnên din hene ku taybet in û di wan cejnan de jî agir tê pêxistin. Di baweriya Êzdiyan de agir hiştekî hewrî pîroz e. Av, ax, ba, agir 4 tiştên herî pîroz in di gerdûnê de. Tawizî Melek bi rengê Milyaketê êgir dihate naskirin. Ji wî çaxî û wir ve ye agir ji bo me Êzdiyan pîroz e û xwedî cihekî taybet e.

Newroz niha jî li Kurdistanê tê pîrozkirin. Ev cejn li nav me jî tê pîrozkirin. Li nava Êzdiyan eşîra Ciwana bi navê Mêlmêlavê di meha Çile de pîroz dikirin, her wiha li Welatê Şêx (Derdora Laliş) bi navê Bêlind a Pîra tê pîrozkirin.''

Qasim bi domdarî got Newroz maneya xwe ''nû roj e'', 21'ê Adarê tê pîrozkirin û jê re Newroz dibêjin. Qasim got, ''Newroz cejna êgir e, agir jî yê Tawizî Melek e. Ji ber vê em dikarin bibêjin Cejna Newrozê cejna Tawizî Melek e.''

Xelef Qasim ji bo Newrozê bang li Êzdiyan kir ku li Şengalê vegerin û got, ''Em bang li gelê xwe dikin ku li Şengalê vegerin. Êzdî li her deverê belawela bûne û civak bêhêvî bûye. Gelek Êzdî li cîhanê belav bûne. Dixwazim gelê me bizanibe ji bilî Çiyayê Şengalê ti cihekî me nîne, wargeha me ya dawî evder e. Lazim e em  lê xwedî derkevin. Li ser Êzdiyan gelek tişt hatine nivîsîn û di dîrokê de behsa me hatiye kirin lê ne bi rengekî rast. Bila gelê me zanibe, di dîrokê de dînê pêşî yê me Êzdiyan e û heta niha em xwe dihemênin. Koka me Şengal e û Şengal paytexta Êzdîxanê ye.''