Newroz Bismilê: Ji Imraliyê re sed slav

Bi hezaran kesên ku tevlî Newroza Bismilê bûn gotin, ''Slav, ji Imraliyê re sed slav.''

Li navçeya Bismilê ya Amedê pîrozbahiya Newrozê li qada taxa Sanayiyê hat lidarxistin. Xelkê navçeyê serê sibê hatin qadê û bi cilên xwe yên rengîn tevli pîrozbahiyê bûn. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi hezaran welatî tevli pîrozbahiyê bûn. Polîsan di ketina qadê de pirsgirêkan derxistin û bi hêceta “cilên rêxistinî li xwe kirine” destûr neda welatiyan biçin qadê. Welatiyan bertek nîşan da û li ser vê yekê destûra ketina qadê hat dayîn. 
  
Bi hezaran kes li qadê kom bûn û welatiyan li ber stranan govend gerand û dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “Deşta Bismilê warê apogeran” û “Bijî bexwedana zindanan” berz kirin. Pişt re parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dêrsim Dag, Îmam Taşçier û Garo Paylan û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û welatiyên li kêleka wan agirê Newrozê vêxistin. Piştî vêxistina agirê Newrozê coşa xelkê zêdetir bû. 
  
Parlamenter Dêrsim Dag di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir ku Newroz cejna berxwedan û serîhildanê ye û got: ''Ev Newroz newroza azadiya Ocalan e û wê ev agir azadiya Ocalan bîne. Newroza serkeftin û azadiyê pîroz be.” 
  
Parlamenter Îmam Taşçier jî da zanîn ku agirê Newrozê îro li gel bajaran hatiye geşkirin û wiha got: “Yên ku dibêjin Kurd tune ne, bil ali qadên Newrozê binêrin. Bila bi milyonan gelê kurd ku li qadan e bibînin. Ew çi dikin bila bikin wê têkoşîna gelê me bi ser bikeve. Newroz roja yekitiyê, berxwedan û serhildanê ye. Newroza we pîroz be. Kes nikare li pêşiya berxwedana Newrozê ya gelê kurd bibe asteng. Newroz pîroz be.”