BI DÎMEN

Newala yek salî bêyî dayik û bav dijî

Zaroka Remziye Bor Newal niha kete yek saliya xwe û bêyî dayik û bav mezin dibe. Pîrika Newal Kiymet Abî diyar kir ku bûka wê ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin û kurê wê jî hatiye girtin.

Li navçeya Riya Armûşê ya Wanê polîsan di 19’ê Nîsana 2016’an de avêtibûn ser maleke li taxa Xaçortê û jina bi navê Remziye Bor ya ducanî birîndar kiribûn û hevjînê wê Îrfan Bor jî girtin. Remziye Bor li nexweşxanê piştî tedawiya 27 rojan, zaroka wê Newal çêdibe û Remziye jiyana xwe ji dest da. Salek li ser bûyerê re derbas bû lê ti kes ne hat darizandin. Li gel ku salek derbas bûn jî nedîtina kujerên Remziye li aliyekî di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat amadekirin de hat destnîşankirin ku “ji ber dikeve endamtiya rêxistinê pêdivî bi şopandinê tine ye” û pêdivî bi lêpirsîna endamên cemaweriyê nehatiye dîtin. Pîrika Newal, Kiymet Abî bûyera kuştina bûka xwe û jiyana neviya xwe Newal vegot.

‘BÛKA MIN DUCANÎ BÛ HATE QETILKIRIN’

Pîrîka Newal, Kiymet Abî diyar kir ku di 19’ê Nîsana 2016’an de polîsan bi ser mala bûka min de girt û tevî ku ew 7,5 meh du anî jî bû gulebaran kirin û piştre derb kirin. Abî da zanîn ku  roja ku bûyer qewimî, bûka wê Remziye li taxek dûrî wan rûdiniştin û wiha axivî: “Bi yek carê re polîsan bi ser mala bûka min de girtin û dengê çekan hat û li ser vê yekê ez çûm mala bûka xwe Remziye. Polîsan bi wesayîtên zirxî mal dorpêç kiribûn. Min dixwest ez bikevim malê lê polîsan destûr neda û gefa kuştinê li min xwarin. Remziye rakiribûn nexweşxanê. Beriya ku bûka min rakin nexweşxanê polîsan ew gulebaran kirin û li gel ducanî jî bû îşkence lê kirin. Bûka min ji ber du canî bû, polîsan digot, tu bombeya zindiyî bi payîna li zikê bûka min dixistin. Hîna mehek mabû ku bûka min zaroka xwe bîne. Ji ber ku bûka min hate qetilkirin bijîşk necar man ku bi riya kurtajê ji zikê dayika wê derxistin. Bûka min hate qetilkirin û neviya min bê dayîk û bav niha dikeve temenê xwe yê yek salî de.”

‘NEWAL ŞÎRÊ DAYIKA XWE NEXWAR’

Pîrika Newal, Kiymet qala zehmetiyên mezinkirina Newalê kir û wiha pê de çû: “Newala min dayika xwe nedît. Bûka min Remziye bê ku keça xwe bibîne ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.  Piştî bûyerê kurê min xistin girtîgehê. Niha meta Newal bi her tiştî Newal re mijûl dibe. Dilê min dişê, ez nikarim li rûyê Newal binêrim. Newal şîrê dayîka xwe jî venexar. Kurê min pir dixwast Newal bibîne, li ser daxwaza wî me Newal bir girtîgehê. Bavê xwe hemêz kir û bernedida. Wekî ku bavê xwe nas dikir, hîsek wiha da avakirin. Heya hevdîtin qediya ez giriyam. Xweda vê yekê qebûl neke. Wan bûka min qetil kir û neviya min bê dayik hiştin. Newal kete temenê yek saliya xwe de bê dayik û bav dijî.”