Neşîrwan Mistefa vegeriya Silemaniyeyê

Serokê Tevgera Goran Neşîrwan Mistefa vegeriya Silemaniyeyê.

Serokê Tevgera Goran Neşîrwan Mistefa piştî tedawiya xwe a li paytexta Îngîltereyê Londrayê îro vegeriya bajarê Silemaniyeyê. Ji bo vegera Neçîrwan Mistefa Tevgera Goran tu daxuyanî neda.

 Berdevkê Tevgera Goran Şorîş Hecî ji ragindina nezê Tevgara Goran re axivî û diyar kir ku, Neşîrwan Mistefa  daxwaza vegereka bê deng kiriye. Hecî diyar kir ku di derbarê hatina Mistefa de ew bi xwe jî agahdar nebûye.  

Neşîrwan Mistefa di Cotmeha 2016’ande eşekere kiribû ku ew li Londrayê tedawî dibîne.