Nerazîbûnên li dijî êrîşa li ser Balefirgeha Silêmaniyê zêde dibe

Partî, sazî û kesan nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Balefirgeha Silêmaniyê dan û diyar kirin jiyana gel di xetereyê de ye.

Nerazîbûnên li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li ser Balefirgeha Silêmaniyê dewam dikin.

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Balefirgeha Silêmaniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Letîf Reşîd diyar kir ku hemû operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û êrîşa dawî jî li dijî Balefirgeha Silêmaniyê hatiye kirin û got, “Ev êrîş tê wateya ku dewleta Tirk serweriya Iraqê bin pê dike. Bi hinceta hebûna hêzên mûxalif ên li Iraqê, dewleta Tirk sivîlan terorîze dike lê tu bingeha qanûnî ya vî tiştî tune.”

Serokomar Letîf Reşîd bang li dewleta Tirk kir ku ji ber êrîşan lêborînê bixwaze û diyar kir heke êrîş berdewam bin, wê helwesteke cidî nîşan bidin.”

QUBAT TALABANÎ: XETEREYA LI SER GEL

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî jî daxuyaniyek da û êrîşa li ser balefirgeha navdewletî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hedefgirtina balafirgeheke sivîl ne tenê binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye, di heman demê de ji bo gelên li Başûrê Kurdistanê jî xetere ye.

Qubat Talebanî diyar kir ku Cotyar Adil ne Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û nûnertiya partiyek di hikûmetê de dike û diyar kir ku ew nikare li ser navê hikûmetê biaxive.

Hevserokê PDK'ê Cotyar Adil, YNK û Silêmanî kiribû hedefa dewleta Tirk.

MECLÎSA BAJÊR: JIYANA GEL DIBE HEDEF

Meclîsa Bajêr a Silêmaniyê jî êrîş bi tundî şermezar kir û got, "Ev êrîş li dijî jiyan û aramiya gel e û di heman demê de li dijî axa Iraq û Kurdistanê jî êrîşeke bêhiqûq e û ev êrîş ne rewa ye.”

TEVGERA FETÎH: NABE KU LI DIJÎ ÊRÎŞÊ BÊDENGÎ HEBE

Serokê Tevgera Fetih Hadî Amirî têkildarî êrîşê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ez êrîşa li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar dikim. Ev êrîş binpêkirina eşkere ya serweriya esman û xaka Iraqê ye. Bi ti sedem û şert û mercan em nikarin li hemberî vê êrîşê bêdeng bimînin."

PARLAMENTER UMER: DEWLETA TIRK HEWL DIDE TEROR Û TIRSÊ BIAFIRÎNE

Parlamenterê Fraksyona Komeleya Dadgerî ya Parlamentoya Iraqê Soran Umer li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtalê derbarê êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Soran Umer got ku ji bo ku Tirkiye bizane Silêmanî arame yan na, bila ji şîrketên Tirkiyeyê bipirse û got; "Îstixbarata dewleta Tirk bi tirs û xof hewl dide Herêma Kurdistanê bi taybet Silêmaniyê bike herêmeke ne aram."

MENDALAWÎ : EV ÊRÎŞEK LI DIJÎ JIYANA GEL E

Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî li ser hesabê xwe ya twîtterê, êrîşa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev êrîş binpêkirinek metirsîdar e li ser serweriya Iraqê û êrîşek li ser jiyana welatiyan e.”

Muhsîn Mendelawî Lijeneya Asayîş û Parastinê erkdar kir ku demil dest ji bo lêkolîna bûyera êrîşa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê lijneyek ava bikin û senaryoya ku li pişt vê bûyerê eşkere bikin, da ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina serwerî û jiyana welatiyan bigirin.

BERHEM SALIH : BI TU AWAYÎ HINCETA ÊRÎŞÊ TUNE YE

SerokKomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih li ser hesabê xwe yê Twitterê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê şermezar kir. Berhem Salih got, “Ti hinceta êrîşkirina ser saziyek sivîl ya xizmetguzariyê nîne.

RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞÎ BERTEKE XURT WERE NÎŞANDAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û destnîşan kir ku li hember vê êrişê divê helwestên zelal ên hemû hêzên Iraqê û Başûrê Kurdistanê hebin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: “Tirkiye binpêkirinên xwe li herêmê didomîne. Hewl dide ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe û tevlihevî û fikaran biafirîne. Êdî rol û armancên Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de ji her kesî re veşartî eşkere ne.

Bûyera ku duh (7ʹê Nîsanê) ya li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê rû da, berdewama siyasetên dewleta Tirk ên li Iraqê bi tevahî ye ku serdestiya wê binpê dike û bi hincetên ne di cih de destwerdanê li Iraq û herêma Kurdistanê dike.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa dijminane ya li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar dikin. Em diyar dikin ku ev dijminahî xwesteka Tirkiyeyê ya şantajkirina hêzên siyasî nîşan dide û li aliyekî din xwesteka îstîsmarkirina van bûyeran ji bo berjewendiyên Erdogan di hilbijartinên bê de, nîşan dide.

Em piştgiriyê didin birayên xwe yên YNK’ê û yên li Silêmaniyê. Em destnîşan dikin ku divê li hember vê êrişê helwestên zelal ên hemû hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê hebin. Ji ber ne tenê hedefgirtina herêmekê yan cihekî ye, lê belê siyaseteke diyar e û armanca wê dorpêçkirina destkeftiyên Herêma Kurdistanê û destwerdan û binpêkirina Iraqê û serweriya wê ye."