Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji bo pêvajoyê ragihand

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew piştevaniyê didin pêvajoya ku hatiye destpêkirin û diyar kir ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê ji hemû alîkarî û hevkariyê re amade ne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ragihandina banga Rêber Apo li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek weşand.

Nêçîrvan Barzanî got: “Bê guman ev serdema têkoşîna demokratîk, aştiyane û sivîl e. Ne bi tundî û çekan wê bi vê rêyêencam û destkeftiyên baştir werin bidestxistin.”

Barzanî diyar kir ku ev piştevaniya tam didin pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê ji hemû alîkarî û hevkariyê re amade ne.