Navenda PENa Kurd qetilkirina nivîskar Nagîhan Akarsel şermezar kir

Navenda PENa Kurd qetilkirina Endama Navenda Lêkolînan ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û got: "Eger ev êrişa terorê neyê rawestandin, li Başûrê Kurdistanê tu nivîskar û rojnamevan nikare bêtirs bixebite."

Endama Navenda Lêkolînan ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel 4’ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê li ber mala xwe bi êrişeke çekdarî hate qetilkirin. Navenda PENa Kurd bi daxuyaniyekê nivîskî qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir.

PENa Kurd  di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Nagîhan Akarsel rojnamevan û nivîskareke Kurd a ku ji bajarê Konyaya Tirkiyê ye bû, ev demek bû ku li Silêmaniyê jiyana xwe berdewam dikir. Akarsel sernivîser û endama damezirîner a kovara Jineolojiyê û endama lijneya birêveberiya Akademiya Jineolojiyê bû.

‘NIVÎSKARÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIBIN HEDEFA ÊRÎŞÊN HOVANE’

Kuştina nivîskar û rojnamegeran li Herêma Başurê Kurdistanê ne nû ye, lê niha bûye diyardeyek, em dibînin ku di nava 40 rojên dawî de ev bûyera duyemîn e ku nivîskarên li Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrîşên hovane yên çekdarî ku tê de du kes canê xwe ji dest didin. Gelo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê çima nikare rê li ber êrişên li ser rojnameger, nivîskar û rewşenbîrên kurd bigire û heta kengî wê mirovên fikir û ramanê bikevin heyra jiyana xwe?

Bi rastî jî cihê xemginiyê ye ku di nava 40 rojan de, piştî kuştina nivîskar û lêkolîner Suhêl Xurşîd, ev bûyera qirêj pêk hatiye û heyf û mixabin e ku dezgehên hikumî û ewlekariyê nekarîne rê li ber vê bûyerê jî bigirin û kiryarên herdu êrîşan desteser bikin û bînin ber dîwana heq û edaletê.”

Navenda PENa Kurd careke din bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku tenê li kuştina rojnamegeran nenihêre û sînorekê ji kuştina nivîskar û rojnamegeran re deyne û wiha got: “Divê rayedar erka xwe pêk bînin, terorîstan bigirin û ceza bikin. Eger ev êrişa terorê neyê rawestandin, li başûrê Kurdistanê tu nivîskar û rojnamegerek nikare bê tirs û xof bi aramî û keda xwe bidomîne.”