Navenda Parastina Gel şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, ji bo şehîdên meha Gulanê peyamek weşand û got, "Em sond dixwin, em ê ji bo bîranîna şehîdên xwe têkoşînê bi ser bixînin."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel daxuyaniyek weşand û diyar kir, PKK 'Partiyeke Şehîdan' e û gerîla jî li ser şopa şehîdan dimeşin.

Peyama fermandariyê ya ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê wiha ye:

"Meha Gulanê di dîroka têkoşîna me de bi dastanên lehengiyê tije ye û jê re 'Meha Şehîdan' tê gotin, hem ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û hem jî ji bo têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê meheke wiha ye ku kesayatiyên rêber lê şehîd bûne. 18'ê Gulanê roja şehîdbûnê ya Hakî Karer, Çaran (Ferhat Kurtay, Eşfer Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner) û Ibrahîm Kaypakkaya; 19'ê Gulanê roja şehîdbûnê ya hevrê Halîl Çavgûn û Muslum Baran; 1'ê Gulanê  li Lubnanê ya Abdulkadîr Çubukçu, fermandarê eyaleta Xerzanê Ramazan Kaplan (Celal Hoca) û hevalên wî û fermandarê hêja yê Cûdiyê Hamza û hevalên pê re; 2'yê Gulanê roja şehîdbûnê yê hevrê Mehmet Karasungur û Ibrahîm Bilgîn û Fermandarên me yên Qada Navîn Azad Sîser û Çekdar Amed, 6'ê Gulanê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan; 11'ê Gulanê Gurbet Aydin (Mizgîn), 16'ê Gulanê li Hewlêrê Hêlîn, Salih û Hozan û bi dehan hevrêyên me yên ji canê me, 31'ê Gulanê jî roja şehîdbûnê ya li Nurhakan a navê pêşeng a şoreşa Tirkiyê Sînan Cemgil û hevalên wî ne. Her wiha 9'ê Gulanê ew roj e ku milîtanên hêja yên PJAK'ê Ferzad Kemanger, Şîrîin Elemhulî, Elî Heyderiyan û Ferhad Vekilî bi lehengî û biryardarî bi ser kursiyê darvekirinê re çûn. Meha Gulanê ew meh e ku bi hezaran leheng bi berxwedanê lê şehîd bûne. Em di şexsê van şehîdên me yên ezîz de şehîdên xwe yên şoreşê careke dî bi bîr tînin, em sond dixwin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi serfirazkirina têkoşîna xwe bidin jiyîn.

Fêhmkirina rastiya PKK'ê ku 'Partiya Şehîdan e' bi fêhmkirina rastiya şehîdan pêkan e. Mêtingeriya ku li Kurdistanê tê kirin mêtingeriyeke wiha ye ku armanc dike mirov bike biyaniyê dîroka, çand, ziman û welatê xwe; li gel qirkirina fizîkî her wiha qirkirina spî jî daniye ber xwe, ku bi vê re jî armanc dike ku di takekesê Kurdistanî de çi tiştekî xwemalî Kurdayatiyê û Kurdistanê hebe tine bike, ji hêla sinc, hişmendî û estetîkê ve têk bibe. Biryardana li ser azadiya civakeke wiha ku navêwê hatiye qedexekirin, hewl hatiye dayin navê welat ji bîrê were kirin û hebûn-nebûna wê ne diyar e û şehîdbûna di vê têkoşînê de ne hêsan bûye. Heke îro gelê Kurdistanê, bêyî ku nîqaş li ser hebe hebûna xwe teqez kiribe û ber bi azadiyê ve dimeşe, di bingehê vê de rastiya şehîdan heye ku di pêşiya vê têkoşîna dijwar de dimeşiyan.

Di her gotin, rêxistinî, her sazî, hişmendî, tevgerê de ya li ser navê Kurd û Kurdistanê, ked, fedekarî û xwîna şehîdan heye. Ji bo vê jî zincîra şehîdbûnê ya ku bi Hakî Karer û Halîl Çavgûn dest pê kirî, bûye zemîna herî qeyîm ku li Kurdistanê takekes û civakê bigihînin rastiya wê.
A ku dozekê dike doza rastî û wê ber bi serfiraziyê dibe ew şehîd in ku di wê rêkê de bi fedayî canê xwe didin.  Heke di nav civakekê de zarên civakê nebin ku di ber civakê de jiyana xwe feda bikin ne pêkan e ku ew civak bikaribe azad bibe. Ev rastî çawa ku di dema bihurî de wiha bû, niha jî bi hemû giraniya xwe li ber me disekine. Heke gelê Kurdistanê îro bi rengekî ji xwe bawer ber bi azadiyê ve dikare bimeşe, ev teqez bi şehîdan e  ku ji bo gelê xwe jiyana xwe feda kirine. Ev rasteqînî çawa ku rastiyeke wiha ye ku di şexsê milîtanên pêşeng de derketiye holê, ku jiyana xwe di ber de gelê xwe de kirine, her wiha ji bo gelê Kurdistanê yê leheng jî rastiyeke teqez e ku ji bo nirxên xwe yên rastî û ji bo milîtanên xwe yên pêşeng bêyî dudiliyekê canê xwe dide. Gelê me her demê dilsozê şehîdên xwe bûye û ji bo wan canê xwe daye. Ji bo vê jî rastiya şehîdan a ku îro li Kurdistanê tê jiyîn, bi nîşandan ku doza azadiyê hêjayî wê ye ku di ber de mirov canê xwe bide û nirxdar e, ji bo me yên ku mane, wê biryardariyê bi me re çêdike ku em di doza hişmendî, wêrekî û azadiyê de rikdar bin.

Bersiva herî baş a ji bo bîranîna şehîdên me yên berz wê ew be, ku şehîdên me ji bo avakirina vê doza esîl  û avakirina giyanê berxwedêr , di avakirina fedakariya mezin û nêzîkatiya fedaî a bi rengê helwesta jiyanê û têkoşînê, xwedî roleke dîrokî ne, em di rêya sefiraziyê de bi biryardarî bimeşin û li gorî bendewariyên gelê me em asta bilind a serketinê bi dest ve bînin. Wê teqez be ku weke her demê, ji niha û şûn de jî israra me ya ji bo pêkanîna peywir û berpirsyariya xwe ya  bi ferman û rêveberiya şehîdên me yên berz û bi serketinê bicihanîna tiştên hewce û bicihanîna hemû peywirên serdemê, plansaziya wê, wê berdewam be û her wiha em ê bi dilsoziya bîranîna van nirxan bi çalakî van hewcehiyayan pêk bînin.

Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ku bi pêşengiya PKK'ê, Partiya Şehîdan dimeşe, bîranîna şehîdên me dike sedema pêkanîna azadiya Rêbertiya me û gelê me, dijwarî û bêîmkanî her çi jî bin, şayanî dîrokê wê li ber xwe bide û ji bo serketina têkoşîna me, bi hemû bûneweriya xwe wê peywira ku ketî ser milê xwe bi cih bîne.

Hemû gerîlayê  azadiya Kurdistanê îro di rêça van şehîdên leheng de dimeşin, giyanê fedaî yê Apoyî di asta herî bilind de dijîn û bi rengê artêşa gerîla ya fedaî bîranîna şehîdan bi berxwedan û meşa xwe didine jiyîn. Li ser vê zemînê, bi biryardariya ku em dema têdeyî bikin dema serfiraziyê, em careke dî şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin, di vê roja pîroz de em careke dî sond dixwin ku em ê jiyaneke şayanî bîranînên wan, bêyî ku ji ya xwe werin xwarê bijîn."