Navenda Çandê ya Koblenz a Enternasyonal Kongra xwe ya 1. li dar xist
Hevseroka NAV-DEM’ê Goksungur di Kongra 1. a Navenda Çandê ya Koblenz a NAV-DEM’êde axivî û got, sîstema konfederal û meclîs ji bo ku gel bi hev re bijîn pir girîng e.
Hevseroka NAV-DEM’ê Goksungur di Kongra 1. a Navenda Çandê ya Koblenz a NAV-DEM’êde axivî û got, sîstema konfederal û meclîs ji bo ku gel bi hev re bijîn pir girîng e.
Li bajarê Koblenz a Elmanya Kongreya 1. a Navenda Çandê ya Enternasyonal hate kirin ku ji hêla aktîvîstên Kurdistanî û Tirkiyeyî ve hatibû vekirin.
Di kongrê de Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur axivî. Goksungur got, ‘’Divê gel vîna xwe diyar bike. Ji bo vê jî pêdivî bi organên biryardar hene. Meclîs lingên sîstema konfederal in ku gel, nasname, hemû nasname bikaribin bi awayekî herî zelal xwe lê îfade bikin. Ev sîstem ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve formîla wê hatiye danîn, fonksiyonel e. Jiyana hevpar a Kurdan û gelên din pêk tîne.’’
Piştre hevserok hatin hilbijartin.