Navenda bajarê Tebqayê bi temamî hat rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarê Tebqayê ji DAIŞ'ê paqij kirin û bi gaveke din nêzî Reqayê bûn.

Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Tebqayê de, ku ji 21'ê Adarê û vir ve dimeşînin, navenda bajarê Tebqayê bi temamî ji DAIŞ'ê paqij kirin.

Li çend cihên dora Bendava Tebqayê jî, operasyona şervanan a li dijî çeteyan dewam dike. Tê gotin, şerê li dora bendavê dewam dike.

Di operasyonê de, ku roja 21'ê Adara 2017'an dest pê kir, piştî ku gelek gund û balafirgeha leşkerî ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, temamiya bajêr kontrol kirin. Di operasyonê de bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.

Bi paqijkirina Tebqayê ji DAIŞ'ê, rêyeke girîng a ber bi navenda bajarê Reqayê ve vebû.

TEBQA LI KU YE û ÇIMA GIRÎNG E?

Bajarê Tebqa ku li qiraxa Çemê Firatê li bakurê Sûriyeyê ye, bi 40 kîlometreyan dûrî Reqayê, bi 100-115 kîlometreyan jî dûrî Helebê ye. Tevî ku ne zelal e jî tê texmînkirin ku nifûsa bajêr 70-80 hezar be. Lê belê bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê hem mirovan ji bajêr koç kirin, hem jî koçî bajêr kirin.

Di navbera salên 2011-2014'an de bajarê Tebqayê ji aliyê komên çete yên ser bi 'Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê' ve hate dagirtin û piştre dewrî DAIŞ'ê hate kirin.

Li bajêr, hebûna eşîran û têkiliyên eşîrî gelekî xurt e. Li Tebqayê jî, mîna li Reqayê nifûseke xurt a Erebên Sûnî heye. Têkiliya vê nifûsa Erebên Sûnî bi eşîrên Erebên Sûnî yên li rojavayê Iraqê heye.

Bajarê Tebqayê, ku berê rêyên bazirganiyê yên navbera bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên li rojavayê Iraqê yên weke Mûsil û Bexdayê bi hev ve girê dida, bi çêkirina bendavê re hê girîng bû. Bi deh hezaran mirovên li bajarên din ên Sûriyeyê ji xwe re li firsendekê digeriyan, berê xwe dan vî bajarî. Berê Tebqayê li Reqa, Dêra Zor û aliyê Iraqê ye, ku mirov bi hêsanî dikarin ji vê derê biçin van herêman. DAIŞ'ê ev der bi qasî Medîneyê girîng didît.

Bi serketina li Tebqayê re, korîdora ber bi Helebê ve ji bo DAIŞ'ê hate girtin. Di heman demê de rêya alîkariya lojîstîk û leşkerî ya dewleta Tirk ku dide çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê' hat birîn.

Birîna vê rêyê wê rê li ber wê yekê veke ku çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê' li herêmên dagirkirî derbên giran bixwin.