'Navda karê ku dixwest, teqez dikir'

Dayika Navda Dînç (Bêrîtan Amed Evren) qala keça xwe kir û anî ziman ku keça wê her tişta dixwest teqez bi ser dixist.

Navda Dînç, di temenê xwe yê ciwan de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û sala 2016'an li Geverê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû. Cenazeyê Navda Dînç piştî 5 salan radestî malbata wê hate kirin.

Malbata Dînç qala zarokatî û ciwantiya Navda kir.

Keça Malbata Dînç a ji Amedê Navda Dînç (Bêrîtan Amed Evren) dema ku li Stenbolê bû, rojekê ji malê derket û êdî li malê venegeriya. Piştî demekê ji malbata xwe re ragihand ku li ku ye. Malbat jî heta ku agahiyê jê bigire bi fikar bû. Piştî ku agahî jê girt, hîn bû ku sax e û ji ber ku rêya xwe bi xwe diyar kiriye, hinekî rehet bû.

HEM DIXEBITÎ HEM JÎ TÊDIKOŞIYA

Dayika Navda Sebahat Dînç dema ku qala keça xwe kir, bîranînên zarokatiya wê parve kir. Ji ber ku Navda dema ji malê derket 16 salî bû. Navda ku di zarokatiya xwe de jî xwedî îrade bû, ti tiştên lê dihate ferzkirin qebûl nekir. Navda hîn di zarokatiyê de ji bo alîkariyê bide malbata xwe kar kir. Di karên cuda de xebitî. Hem li Amedê hem jî li Stenbolê kar kir, li karên tekstîl û peyzajê xebitî. Navda ku karên siyasî jî dikir, heta demekê dixebitî, piştre jî tevlî têkoşîna polîtîk dibû.

DI KARÊN CIWANAN DE XWE BI PÊŞ VE BIR

Dayik Sebahat Dînç qala pêvajoya karên siyasî yên keça xwe kir: "Şevekê dema ji kar hat, ji min re got ku ew dixwaze tevlî karên ciwanan bibe. Ji xwe biryara xwe dabû. Me jî piştgiriya wê kir. Tenê ez ji ber wê yekê bi fikar bûm ku ji ber çend karan bi hev re dike gelekî diweste. Min ev yek jê re got, lê wê jî got ku ew van hemûyan bi dilxwazî dike û wê teqez neweste. Di karên ciwanan de xwe gelekî bi pêş xist. Şeveke zivistanê, hewa gelekî sar bû. Em hemû li dora sobeyê civiya bûn. Navda hate malê, dixwest tiştekî bêje lê belê dikir nedikir nikarîbû bigota. Timî diket odeyê û derdiket. Dema ku min jê pirsî qalê kir. Got ku divê ji bo çend mehan li bajarekî cuda bimîne. Min jê re got, 'Dikarî biçe, lê li vê derê li pêş çavên me be baştir e'. Lê belê ji min re got ku wê biryara xwe daye û wê biçe. Min jî jê re got, eger te biryara xwe dabe tiştekî ku ez bêjim nîne."

PÊVAJOYA TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN GERÎLA

Dayik Dînç anî ziman ku keça wê Navda tişta dixwest teqez pêk dianî û ji ber vê yekê jî dixwest biryara xwe teqez bi diyalogê bide qebûlkirin. Dayik Dînç wiha qala pêvajoya tevlîbûna keça xwe ya li nava refên gerîla kir: "Rojekê me mala xwe boyax kiribû, em hemû li malên xizmên xwe belav bûbûn. Ez çûbûm mala apê xwe. Min ji Navda re got ku ew jî bê wê derê. Got, 'Dibe ku ez neyêm'. Min fêhm nekir û jê re got ku divê bê û ji malê derketim. Wê êvarê nehat, roja din jî nehat. Em li derdorê geriyan, lê me nedît. Stenbol bajarekî mezin e û ji bo jinan jî gelekî metirsîdar e. Herî dawî em çûn cihekî ku ciwan lê kom dibûn. Me ji wan pirsî. Wan jî got ku êvarê ew dîtiye, lê piştre bi ku ve çûye pê nizanin. Heta sibehê em lê geriyan, lê me nedît."

Malbat gelekî tirsiya bû ji ber ku nizanîbû bê Navda bi ku ve çûye. Piştî sê rojan telefonek ji malbatê re tê û Navda ji malbatê re dibêje ku berê xwe daye çiyê. Dayik Dînç dibêje ku wê hurmet nîşanî biryara keça xwe da û jê re gotiye ku rêya wê vekirî be.

LI GEVERÊ ŞEHÎD BÛ

Navda 16 salan li nava refên gerîla ma. Li cografyayên cuda gerîlatî kir. Herî dawî sala 2016'an dema ku li Geverê xwerêveberî hate ragihandin tevlî berxwedanê bû. Li wê derê bi rengekî bêhempa şer kir. Lê belê di dema şerê vê berxwedanê de şehîd bû.

Cenazeyên şervanên YPS û YPS-Jin wê demê radestî malbatên wan nedihate kirin û bêyî agahiyê bidin li goristana bêkesan a li Erzîromê hatin veşartin. Cenazeyê Navda jî li goristana bêkesan a Erzîromê hate veşartin.

Malbata Dînç ji bo cenazeyê keça xwe werbigire gelek caran hewl da, lê belê nekarî encamê bi dest bixe. Bav Îsmet Dînç beriya çend rojan cenazeyê keça xwe wergirt û li Amedê veşart.

BAV DÎNÇ: EM LI CENAZEYÊ KEÇA XWE GERIYAN

Bav Dînç 5 salan ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe têkoşiya. Gelek caran çû Erzîromê. Hevdîtin bi rayedarên emniyetê, jenderme, dozgerî û gelek rayedaran re kir, lê encam bi dest nexist, nekarî cenazeyê keça xwe werbigire.

Bav Dînç qala wê pêvajoya 5 salan kir, "Em ji televîzyonê hîn bûn ku Navda jiyana xwe ji dest da. Bêguman wê demê qedexe hebû, em nikarîbûn bi cihekî ve biçin. Piştî ku çend rojan sekinînin em çûn Meletiyê, li wir gotin ku ne li wir e. Piştre jî em çûn Erzîromê, wan jî ji me re got ku divê li Meletiyê vegerin. Ji wir jî em vegeriyan, lê gotin ne li wir e. Bi gotina 'Ne li gel me ye' hewl didan me bişînin. Em fikirîn ku gelo bi birîndarî girtine'."

CENAZE 5 SALAN NEHATE RADESTKIRIN

Di demekê de ku êdî difikirîn keça wan dibe ku sax be, dema ku ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê derdiket xebatkarekî bang li wan kir û got, "Nebêjin ku we ji min bihîstine, lê belê nêzî 12 cenaze ji morgê wergirtin û li goristana bêkesan veşartin." Li ser vê yekê malbatê serî li dozgeriyê dan û xwestin ku mesele bê zelalkirin.

Bav Dînç qala wê hevdîtinê kir: "Dema ku em çûn gel dozgeriyê 2 leşker pê re bûn. Bawerim fermandar bûn. Min qala rewşê kir, lê belê guh nedan. Xwestin ku ez li derve bisekinim. Piştî saetekê careke din min li derî xist û ketim hundir. Bi hêrs pirsîn ku çi dixwazim. Min jî got ku 'keça min jiyana xwe ji dest daye û dixwazim testa DNA'yê bikim'. Erk da polîsekî li wir ku xwîna min werbigire. Min xwîna xwe da, gotin ku wê di nava 40-50 rojî de agahiyê bidin min."

DAWIYA DAWÎ ME KARÎBÛ KEÇA XWE VEŞÊRIN

Malbata ku li benda encama testa DNA'yê bû, du salan agahî jê re nehate dayin. Di nava du salan de gelek caran çû Erzîromê, lê nekarî encamê bi dest bixe. Timî malbat mijûl kirin. Herî dawî ji malbatê re gotin ku cenaze dibe ku li Geverê be û malbat şand wê derê. Li Geverê jî encamek bi dest nexist. Bi bahaneya şerê navxweyî yê dewletê yê sala 2016'an îdîa kirin ku dosya winda bûye. Malbatê diyar kir ku Saziya Tipa Edlî û dozgeriyê jî ji wan re gotiye, 'Tu bavê terorîst e?' û pirs lê kirine.

Têkoşîna malbatê ya ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe dawiya dawî 11'ê Mijdarê bi encam bû û cenaze ji Goristana Bêkesan a Erzîromê hate wergirtin û li navçeya Liceyê ya Amedê hate veşartin.

Bav Dînç dibêje ku dawiya dawî karîbûn cenazeyê keça xwe veşêrin.