Nasnameyên 4 gerîlayên ku li Şemzînanê şehîd bûne hate ragihandin

Nasnameya 4 gerîlayên  HPG’ê ku 12’ê Hezîranê li Colemêrgê, li Şemzînanê di çalakiyê de şehîd bûne hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de ku ji hêla Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ve hate dayin, hate gotin ku 12’ê Hezîranê di çalakiya bi ser girê Şikêra Sipî ya Alaya Garê de 20 leşker hatin kuştin û  Hîkmet Taş (Argeş Berojî) ê ji Colêmêrgê, Îzzet Yalçin (Bawer Rûbar) ê Mûşî, Melek Batur (Delîla Tendurek) a ji Agiriyê û Emrah Teker (Rojîn Feraşîn) ê Wanî şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin 4 gerîla di çalakiyê de li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên sicîlê yên gerîlayên me yên ku şehîd bûne wiha ne;

Nasnav: Argeş Berojî

Nav û Paşnav: Hikmet Taş

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Adile - Nurettin

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Hezîran 2017 / Colemêrg

***

Nasnav: Bawer Rubar

Nav û Paşnav: Îzzet Yalçin

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik - Bav: Esmaperî - Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Hezîran 2017 / Colemêrg

***

Nasnav: Delîla Tendurek

Nav û Paşnav: Melek Batûr

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik - Bav: Hatîce – Mehmet Nurî

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Hezîran 2017 / Colemêrg

***

Nasnav: Ronî Feraşin

Nav û Paşnav: Emrah Teker

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Hatice - Ali

Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Hezîran 2017 / Colemêrg