Nasnameya gerîlayekî şehîd hate eşkerekirin

HPG'ê got, "Hevrêyê me Kawa Çekdar ku bi rengekî bi rûmet li Kurdistanê vegeriya û tevlî nava refên gerîla bû, meha Tebaxê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de şehîd bû."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Hevrêyê me Kawa Çekdar ku hesreta welêt a di dilê wî de timî zindî bû, bi rengekî bi rûmet ji Ewropayê vegeriya Kurdistanê, xeyala xwe ya tevlîbûna li nava refên gerîla pêk anî, meha Tebaxê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Kawa dît ku azadiya gelê me tenê bi tevlîbûna li nava refên gerîla û şerekî fedaî dibe, lewma jî derfetên jiyaneke şexsî hemû danî aliyekî û tevlî nava refên gerîla bû. Di demekê de ku êrîşên herî berfireh li gelê me û tevgera me dihatin kirin, bêteredût û bi wêrekiyeke mezin tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Kawa ji roja destpêkê heta şehadetê bi rengekî fedaî meşiya, bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi wêrekiya xwe ya mezin a di şer de bû milîtanekî sembol ê demê ku ji hevrêyên xwe re bû mînak.

Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja re dixwazin ku milîtanekî fedaî yê Apoyî yê mîna hevrêyê me Kawa gihand û tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Kawa Çekdar bi vî rengî ne:

Nasnav: Kawa Çekdar
Nav paşnav: Îbrahîm Demîr
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Naîme-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Gelê me yê welatparêz ku bi tevlîbûna li nava meşa azadiyê ya Rêber Apo xwe ji dayina berdêlan neda alî û rastiya gelê şerker bi cih anî, her tim bû hedefa êrîşên bêrehm ên dîrokê yên mêtingeran. Li gel êrîşên li derveyî mrovahiyê yên dagirkeran ku dixwaze îradeya azad a gelê me tuen bike û siyaseta qirkirinê bi ser bixîne, gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz ti carî ji xeta xwe ya berxwedanê tawîz neda. Tevî polîtîkayên koçberkirina bi darê zorê ku mêtinger ji bo bêmirovhiştina Kurdistanê û dûrxistina gel ji têkoşîna me ya gerîla dimeşîne, gelê me yê welatparêz her cihê ku lê ye veguherand qada têkoşînê, bi bilindikrina berxwedana li dijî êrîşên dagirkeran bersiveke dîrokî da. Hevrêyê me Kawa li nava malbateke me ya welatparêz ji dayik bû ku neçar ma ji Kurdistanê koçî Stenbolê bike ku metropoleke Tirkiyeyê ye. tevî ku dûrî welatê xwe mezin bû jî ji zarokatiya xwe ve têkoşîna me nas kir û ji nêz ve şopand. Ji ber zehmetiyên madî di sala 2004'an de hevrêyê me koçî Elmanyayê kir, her cihê ku çû, hişmendiya xwe ya welatparêziyê û daxwaza têkoşînê jî bi xwe re bir.

Hevrêyê me Kawa dûrî Kurdistana pîroz li sirgûnê bi malbata xwe re dima, li gel hemû derfetên ku sîstemê pêşkêş dikir, bi kesayetiya xwe ya têkoşer li ber rabû û di nava sîstemê de neheliya. Hevrêyê me ku dixwend û timî xwe bi pêş ve dibir, di çarçoveya parêznameyên Rêber Apo de sîstem nas kir û di jiyaneke bi rûmet de bi xurtî israr kir. Li Ewropayê li hemberî hewldanên bênasnamehiştin û tevlîkirina li sîstema paşverû yên bi taybetî li dijî ciwanên Kurd dihatin meşandin, hevrêyê me bêdeng nema, tevlî nava têkoşîna rêxistinbûyî bû û ji bo zanekirina ciwanên Kurd kete nava hewldanên mezin. Di dema karên ciwanan de gelek caran hate destîrkirin, ji xeta xwe ya têkoşînê tawîz neda.

Şoreşa Azadiyê ya Rojava ku li Kurdistanê pêk hat û bû hêviya paşeroja azad ji gelên cîhanê re, bandoreke mezin li ser hevrêyê me Kawa jî kir û hîn bi çalak tevlî nava têkoşînê bû. Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê yên ji bo tunekirina şoreşê û Berxwedana Xwerêveberiyê ya li hemberî êrîşên dewltea Tirk a mêtinger ên li Bakurê Kurdistanê, bûn sedem ku hevrêyê me Kawa hîn çalak tevlî nava berxwedanê bibe û îradeya xwe ya hesabpirsîna ji dijminên gelê me bigihîne asta herî bilind. Modernîteya kapîtalîst xaka Rojhilata Navîn a kevnare ji bo berjewendiyên xwe kir gola xwînê û gelên ku bi hezaran salan bi hev re dijiyan, kir dijminê hev. Di demekê de ku reva ji xaka Rojhilata Navîn a pîroz asayî bû bû, bi hezaran mirovî mirin dan ber çavên xwe ji xaka xwe reviyan û Ewropa ji xwe re weke stargehek dîtin, hevrêyê me Kawa rastiya sîstemê bi fikrên Rêber Apo hîn baştir nas kir û berê xwe da nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê.

Hevrêyê me yê ku di sala 2018’an de vegeriya Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû, hesreta li hemberî welatê xwe sivik kir û bi coşeke mezin tevlî jiyana nû ya gerîla bû. Her çend di qonaxên ewil de zehmetiyên wî hebûn jî, îradeya wî ya xurt û girêdana wî ya bi hevrêyên xwe re bû alîkar ku bi lez zehmetiyan derbas bike û bi bûyîna gerîlayekî bi hêz cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Hevrêyê me yê ku bi cewhera xwe ya enerjîk û bi ken zû adapteyê hawirdorê lê dimîne dibe, dîsa li çiyayên Kurdistanê li çavkaniya xwe fêrî zimanê dayikê bû û di demeke kin de zimanê xwe yê zikmakî zanî. Hevrêyê me ya ku di her firsendê de heyret û heyecana xwe ya ji bo çiya û bihuşta Kurdistanê tîne ziman, wateyek mezin daye her kêliya jiyana xwe. Hevrêyê me yê ku parêznameyên Rêber Apo ji bo xwe esas girt, bi feraseta xwe ya xurt kûrbûnek mezin bi dest xist. Hem di aliyê leşkerî de hem jî di warê îdeolojîk de bi lez pêş ket, di gelek çekan de pispor bû û xeta gerîlatiya profesyonel bi dest xist. Hevrêyê me yê ku bi cidiyeteke mezin nêzî hemû erkên şoreşgerî dibe, ti carî bi tiştên heyî razî nebûye û her tim tevlîbûna xurtir esas girtiye. Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya kedkar her tim ji bo her karekî amade ye, bi moral û coşa xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bûye hêz. Eleqeya mezin a hevrêyê me Kawa di warê sûîqestê de di demeke kurt de ew kir gerîlayekî jêhatî di taktîkên sûîqestê de. Piştî pratîka xwe ya serketî ya li Garê, ji bo ku derbasî herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bibe ku êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger lê giran bû, bû xwedî israrek mezin. Li ser israra hevrêyê me pêşniyariya wî tê qebûlkirin û derbasî herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dibe, cihê xwe di eniyên herî pêş de girt û weke milîtanekî fedaî tevlîbûneke xurt kir. Hevrêyê me Kawa ku di gelek çalakiyan de cih girt ku derbên giran li dagirkeran hate xistin, yek ji wan hevrêyên me bû ku di pêkanîna bi bandor a şêwaza tîmê bi tevger de kedeke mezin da.

Hevrêyê me Kawa ku di xeta têkoşînê ya fedaiyên me yên nemir de bê teredud bi pêş ve çûye, bûye xwedî tevlîbûnek xurt, tempoya tevlîbûnê her tim bilind kiriye û mîna milîtanekî şer kiriye û jiyaye û xwedî li mîrateya berxwedanê ya şehîdên me derketiye. Bîranîna hevrêyê me Kawa ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwe ji nû ve afirand û mîraseke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hişt, wê her tim rêya me ronî bike û bêguman wê bi serketinê tacîdar bibe."