Nasnameya gerîlayê li Çelê jiyana xwe ji dest da hat eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîalyekî li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şerê 9'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê roja 11'ê Gulanê daxuyaniyek da bû û agahiyên li ser şerê li Çele agahî da bû.

Di vê daxuyaniyê de hatibû ragihandin, ku têkiliya bi gerîlayekî re qut bûye û operasyon dewam dike.

Di daxuyaniya dawî de hat gotin, "Roja 9'ê Gulanê, li herêma navbera qereqolên Karataş û Deştane, di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Piştî vî şerî artêşa Tirk li herêmê derket operasyonê. Hêzêm me li dijî hêza operasyonê çalakî lidar xistin. Di vî şerî de hevrêyê me Zana şehîd bû. Di şer de 3 leşker jî hatin kuştin."

Di malpera înternetê ya HPG'ê de, agahiyên li ser nasnameya gerîla bi vî rengî hate parvekirin.

Nasnav: Zana Beybûn
Nav paşnav: Newroz Yîgît
Cihê jidayikbûnê: Mexmûr
Dayik-Bav: Şîlan-Sadî
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Gulana 2017 / Colemêrg

Navendê diyar kir, hevrêyê wan Zana, ku ji malbateke welatparêz hat, di nava 5 salên xwe yên gerîlatiyê de hem bi dilnizmiya xwe, hem jî bi fedakarî û cesareta xwe bû mînakek ji ciwanên Kurd re.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: "Di dîroka berxwedanê ya tevgera me de, bi qasî cihê gerîla, her wiha cihê mirov û malbatên me yên hêja ku ew mezin kirine, ne mijara nîqaşê ye. Hevrê Zana jî bû milîtanekî pêşeng ê yek ji van malbatên me yên hêja. Wezîfe daye me ku Kurdistaneke azad a hêjayî gelê me yê fedayî, bafirînin.

Hevrê Zana, nûnerê leheng ê civak, malbat, Kurdîtî û Kurdistanê ye. Hevrê Zana, li dijî yên dixwazin cîhaneke bêyî Kurdan bafirînin, bû sembola hêrsa bi hezaran ciwanên Kurd. Em weke tevgera tolhildana şehîdan û gelê xwe, di têkoşîna xwe de şehîdên xwe dikin taca serê xwe.

Bila serê malbata me ya hêja, serê gelê me sax be."