Nasnameya 9 şehîdên Pêngava Xezeba Firatê hate eşkerekirin

Nasnameya 9 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên di Pêngava Xezeba Firatê de, di navbera 20'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê de li Tebqa û Reqayê jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Yên ku îro Rojhilata Navîn anîne asteke ku mirov nikare lê jiyan bike hêzên hegomonîk yên navneteweyî û paşverûtiya herêmî ya ku xwe dispêre wê ye. Yên ku koletiyê li ser jinê ferz dikin; cûdahiyên etnîk, olî û mezhebî dikin hinceta qirkirina mirovan heman feraset, heman hêz in. Ev şerê dijwar yê ku li Rojava û bakûrê Sûrî dimeşe, li hember vê hişmendî û pêkanînên serdema navîn ya di nav cil û bergên nûjen de dixwaze xwe veşêre ye. Şoreşa Gel ya Demokratîk ya ku îro bi êrîşên faşîzan ve rû bi rû dimîne jî, îfadeya pêşketina di van xalan de ye."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Herkes baş dizane ku şoreşa Rojava û destketiyên hemû gelên bakûrê Sûrî, berhemê wan şehîdên ku vê xakê bi xwîna xwe avdane ye. Şoreş bûye şoreşek ku hêviyên hemû aliyên ku di nav têkoşîna demokrasî û azadiyê de cihê xwe girtine xurt dike; nîşan dide ku hêviyên gelên bindest dikare bibe rastî. Şoreşek ku bi vîneke mezin, mînakên fedaiyanê yên bilind ve têr û tijî ye ku di dîrokê de hempa yê wê pir kêm tê dîtin. Têkoşîna ku li dijî paşverûtiya herêmî tê dayîn îro jî li Reqa dewam e. Ev bajarê ku di Rojhilata Navîn de bûye navenda siyasî û leşkerî ya paşverûtiyê, ji alî hêzên QSD’ê ve ev demeke hatiye dorpêç kirin; li ber azadbûnê ye. Şerekî pir dijwar dimeşe, her wekî ku di her gaveke ku ber bi azadî û demokrasiyê ve tê avêtin, li vir jî berdêl tên dayîn. 9 hevrêyên me yên din jî di Pêngava Xezeba Firat’ê ya ku armanca rizgar kirina Reqa tê meşandin de şehîd ketin.

Em wek YPG û YPJ, di şexsê van şehîdên xwe yên leheng û abîdeyên fedakariyê, hemû şehîdên şoreşê bi hezkirin û rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku xeyalên wan nîvçe namînin û wê bibin bingeha têkoşîna me. Di serî de ji malbatên van 9 hevrêyên xwe re, ji hemû gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 9 cangoriyan wiha ye:

Nasnav: Ebû Lêl
Nav paşnav: Arif Walî
Navê Dayikê: Ferîda
Navê Bav: Mehmûd
Cihê jidayikbûnê: Dêr Hafir, Minbic
Cih û dema şehadetê: Tebqa, 22 Nîsan 2017

Nasnav: Dilsoz Xemgîn
Nav paşnav: Warşîn Îsmaîl
Navê Dayikê: Zerga
Navê Bav: Ebdilrehman
Cihê jidayikbûnê: Dirbesiye
Cih û dema şehadetê: Tebqa, 22 Nîsan 2017

Nasnav: Bager Karakale
Nav paşnav: Mehmet Karataş
Navê Dayikê: Sûna
Navê Bav: Akîf
Cih û dema şehadetê: Tebqa, 26 Nîsan 2017

Nasnav: Gelî Tolhildan
Nav paşnav: Ebdilrehman Ehmed
Navê Dayikê: Yildiz
Navê Bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Silûk
Cih û dema şehadetê: Tebqa, 22 Nîsan 2017

Nasnav: Gurbetellî Ersoz
Nav paşnav: Lîdya Ala
Navê Dayikê: Mediha
Navê Bav: Hedyetullah
Cih û dema şehadetê: Tebqa, 01 Gulan 2017

Nasnav: Roceng Kobanê
Nav paşnav: Xelîl Remedan
Navê Dayikê: Melîke
Navê Bav: Hesen
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dema şehadetê: Reqa, 21 Nîsan 2017

Nasnav: Rojvan Erbanî
Nav paşnav: Mehmed Şerîf Taşkin
Navê Dayikê: Rasîme
Navê Bav: Îsmaîl 
Cih û dema şehadetê: Tebqa, 22 Nîsan 2017

Nasnav: Şervan Til Temir
Nav paşnav: Beşar Hemadî
Navê Dayikê: Zeyneb
Navê Bav: Ebdulezîz
Cihê jidayikbûnê: Til Temir
Cih û dema şehadetê: Reqa, 21 Nîsan 2017

Nasnav: Heqî (Tofan Bismil)
Nav paşnav: Îlyas Odemîş
Navê Dayikê: Gulşan
Navê Bav: Omer
Cih û dema şehadetê: Reqa, 20 Nîsan 2017