Nasnameya 7 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 7 gerîlayên li navçeya Stewr a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 7 gerîlayên li navçeya Stewr a Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Operasyonên tinekirinê yên faşîzma TC a dagirker, ku di sala 2017'an de di çarçoveya plana tinekirina tevgera me de hatin destpêkirin, li eyaleta me ya Mêrdînê di nava meha Nîsanê de dewam kir. Li dijî van operasyonên tinekirinê, hêzên me bi xurtî li ber xwe dan, pêşî li hin operasyonan girtin û di şerê hin operasyonan de jî berxwedaneke mezin nîşan dan. Sekna milîtaniya Apoyî, ku nîşaneya serînetewandina li ber faşîzmê ye û afirandina nirxên mezin ên gelê me ye, di berxwedana Stewrê de jî derket holê. Heft hevalên me yên gerîla, di vê operasyonê de tevlî karwanê şehîdên azadiyê bûn."
Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Em hevalên xwe Bekîr, Çekdar, Amed, Fîraz, Serhat û Welat bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, li dijî her şêwe êrîşên faşîzmê, em ê bi sekna milîtaniyê berxwedana serketinê geş bikin."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, wiha ye:
Nasnav: Bekîr Çirav
Nav paşnav: Mahfûz Dundar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Medîne-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2017 / Mêrdîn
Nasnav: Çekdar Amed
Nav paşnav: Yûsûf Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Zeynep-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2017 / Mêrdîn
Nasnav: Fîraz Bagok
Nav paşnav: Mahsûm Ay
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Emîne-Suleyman
Nasnav: Serhat Denîz
Nav paşnav: Sedat Seyhan
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Zeynep-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2017 / Mêrdîn
Nasnav: Şevger Barûmanî
Nav paşnav: Oktay Salman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Gulseren-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2017 / Mêrdîn
Nasnav: Çekdar
Nav paşnav: -
Cihê jidayikbûnê: -
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2017 / Mêrdîn
Nasnav: Welat
Nav paşnav: -
Cihê jidayikbûnê: -
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2017 / Mêrdîn