Nasnameya 4 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

HPG’ê, nasnameya 4 gerîlayên ku li Çewlig û Herêmên Parastinê yê Medyayê jiyana xwe ji dest dabûn eşekere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di meha Adarê de li herêma Çewligê û 2 gerîlayên ku di meha Sibatê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera fermî ya înternetê parvekirî de ev agahî hatin dayîn:

“27’ê Adarê artêşa Tirk li herêma Hebûn a navçeya Korxol a Çewligê dest bi operasyonekê kiribûn. Bi vê operasyonê re di navbera gerîlayên me yên li ser erka xwe bûn û leşkeran de şer qewimiye. Qada ku bi helîkopterên Kobrayê hatin xistin bi helîkopterên Skorsky jî leşker danîne. Di şerê rû dayî de hêjmara leşekerên hatin kuştin nehatin zelalkirin. Di vî şerî de 2 gerîlayên me jî şehîd bûne.

Nasnameya gerîlayên me yên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Zîndan Devran

Nav û Paşnav: Huseyîn Kan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik- Bav: Mevlude – Mehmet Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Çewlig/ 27’ê Adara 2017

***

 Nasnav: Sînan Rojhilat

Nav û Paşnav: BişarAlganî

Cihê Jidayikbûnê: Selmas

Navê Dayik- Bav: Rafiya - Azîz

Cih û Dîroka Şehadetê: Çewlig/ 27’ê Adara 2017

Me dabû diyarkirin ku di encama êrîşên hewayî yên di meha Sibatê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de 2 gerîlayên me şehîd bibûn û hatibû diyarkirin ku wê agahiyên têkildarî nasanameyan bên eşkerekirin. Nasnameya 2 hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Dagıstan Bişar

Nav û Paşnav: Beşir Kiziltaş

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik- Bav: Îpek – Faîk

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê / Sibata 20017

***

Nasnav: Rohat Welat

Nav û Paşnav: Şûayîp Demîrel

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik- Bav: Nazîfe - Veysî

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê / Sibata 20017”