Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Nasnameya 3 şervanên Xezeba Firatê hatin eşkerekirin

YPG'ê, nasnameya 3 şervanên di berxwedana Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragîhanda YPGʹê nasnemaya 3 şervanên YPG'ê yên ku di Pêngava Duyemîn a Xezeba Firatê de ku ji bo rizgarkirina Reqayê dabûn destpêkirin jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxuyaniyeke nivîskî eşker kirin.

Navenda YPG'ê destnîşan kir ku Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de cihê digrin û tevlî operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ya weke peytexta DAIŞ tê naskirin bûne, di vê pêngavê de ya bi navê Xezeba Firatê lê hatiya kirin gelek serkeftinên mezin bi dest xistine. Ev serkeftin heta roja me ya îro berdewam dikin.

Di daxuyaniya Navenda YPG'ê de ev agahî hatin parvekirin:

"Piştî şerên dijwar bi çeteyên DAIŞ’ê re yên li gundên Til Semin û Caber yên stratejîk, di 21 Çileyê de şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Siwêdiya Mezin ya weke deriyê bendava Tebqa tê nasîn ji çeteyan rizgarkirin.
Piştî rizgarakirina gundê Siwêdiya Mezin di 22 Çileyê de çeteyan bi hemû hêza xwe hewldan gund ji kontrola şervanan derxînin, ji ber wê gelek êrişên dijwar birin li ser çeperên şervanên me, di encama wan şeran de 3 hevalên me yên ku rolek girîng di têkbirina êrişan de girtibûn li ser milê xwe şehîdbûn.

Em wek YPG û YPJ soz didin ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê û Kurdistanê re dixwazin."

Nasnameya şervanên YPG'ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Andok Ateş
Nav û Paşnav: Kadîr Yavûz
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Mezin/ Reqa-22/01/2017
***
Nasnav: Dijwar Bahoz
Nav û Paşnav: Bayram Sayilgan
Navê Dayikê: Azîze
Navê Bav: Mehmet Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Mezin/ Reqa-22/01/2017
***
Nasnav: Rêdûr Amed
Nav û Paşnav: Mehmet Can Mûtlû
Navê Dayikê: Hîdayet
Navê Bav: Mahsûm
Cih û Dîroka Şehadetê: Siwêdiya Mezin/ Reqa-22/01/2017