Nasnameya 2 gerîlayên li Serhedê şehîd bûne, hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Serhedê di şer de şehîd bûne eşkere kir û got “Em sozê didin ku em ê xeyala wan a Rêbertiya azad û Kurdistana azad pêk bînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Tevî ku hêzên me di pozîsyona bêçalakiyê de ne jî, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi rêya artêşa Tirk a dagirker êrîşî hêzên me dike.”

HPG’ê derbarê êrîşên li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê de ev daxuyanî da

“Di 25’ê Nîsana 2023’an de li bejahiya navçeya Ebexê ya Wanê dema 2 hevalên me li ser peywira xwe bûn, artêşa Tirk êrîşî hevalên me kiriye. Hevrêyên me Ekîn û Rosîda li hemberî dijmin xwe parastine, di vir de şer çêbûye û her du hevalên me heta nefesa xwe ya dawîn bi fedaî şer kirine û piştre şehîd bûne. Hevrêyên me Ekîn û Rosîda, milîtanên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Jinê, bi israra xwe ya di azadiyê de û bi helwesta xwe ya bi rûmet a ku li ber xwe dide, weke milîtanên Apoyî yên mînak di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet girtine.Em hevrêyên wan, em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe Ekîn û Rosîda bi hişmendî û berpirsyariya layiqî wan, bilind bikin û xeyalên wan ên Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ekîn û Rosîda, ji gelê welatparêz ê Serhedê û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Ekîn Rizgar Malazgîrt

  Nav û paşnav: Nûran Altûnmakas

  Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

  Navê dê û bav: Fatma – Mehmet Şîrîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2023’an / Serhed

 

  Nasnav: Rosîda Bawer

  Nav û paşnav: Belgîn Guven

  Cihê jidayikbûnê: Erzirom

  Navê dê û bav: Halîde - Orhan

  Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Nîsana 2023’an / Serhed

EKÎN RIZGAR MALAZGÎRT

Gelê Kurdistanê yê welatparêz ku bi dehan sal in di bin êrîşên dagirkeran de ye; bûye hedefa polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û tinekirinê. Gelê me yê ku bi sînorên çêkirî bûne çar parçe û neçar mane ku ji xaka qedîm a ku lê dijîn koç bikin. Tevî van hemû êrîşên nemirovane jî, gelê serhildêr ê Kurdistanê ti carî ji jiyana xwe ya bi rûmet tawîz nedaye. Bi berxwedana me ya azadiyê ya dîrokî ya ku Rêber Apo daye destpêkirin, rastiya Kurd û Kurdistanê ya azad careke din derketiye holê û hêviya siberoja azad a gelê me geş bûye. Gelê me yê li Kurdistanê û yên ku neçar mane koçî metrepolan bikin bi heyecan û coşeke mezin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê pêşwazî kirine, bi serhildanan Rêber Apo û partiya me PKK silav kirine. Berxwedana bêhempa ya gelê me yê ku bi PKK’ê vejiya û bi kelecanek mezin beşdarî têkoşîna şoreşgerî bû, Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kir û bersiva hesreta jiyana azad a hemû gelên bindest, jin û ciwanan.

Hevrêya me Ekîn ku di malbateke bi eslê xwe ji Milazgira Mûşê li ser axa pîroz a Kurdistanê ji dayik bûye, malbata wê ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker neçar maye koçî Îzmîrê bikin. Hevrêya me Ekîn ku ji çanda qedîm a Kurdayetiyê qut nebû û têkoşîna azadiyê ya gelê me ji nêz ve dişopîne, tevî ku dûrî xaka welat ji dayik bûye û mezin bûye jî, li hember êş û azarên gelê me xemsar namîne û îradeya xwe pêş xistiye. Hevrêya me tunehesibandin û kolekirina nasnameya jinê dît û ev bûne nakokiyên pêşîn  ku wê li hemberî pergalê dîtiye. Wê fêm kiriye ku bi felsefeya Rêber Apo azadî dikare pêk were. Di sala 2014’an de birayê wê tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû û ev jî bû sedem ku hevrêya me têkoşînê ji nêz ve nas bike û bi awayekî çalak têkeve nav têkoşînê. Hevrêya me ya ku tevlîbûna nava refên gerîla weke xeyala xwe ya herî mezin a ji zarokatiya xwe pênase dikir, xiyanet li xeyala xwe ya zarokatiyê nekir û di sala 2015'an de ji Serhedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya Ekîn ligel ku di nava navenda dewleta Tirk de mezi bû jî wê karîbû cewherê xwe yê Kurdistanî û kesayeta xwe ya cewherî biparêze. Hevrêya me Ekîn zû hînî jiyana gerîla bûye. Hevrêya me ya ku perwerdeya xwe ya bingehîn bi awayekî serketî bi cih kir, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me piştre jî derbasî herêma Zapê bû û yekemîn pratîka xwe ya gerîla pêk anî. Hevrêya me Ekîn ku bi kesayeta xwe ya kedkar, durust û bi coş li her hawirdora ku lê ye hêza xwe zêde dikir û bi hevrêyên xwe re têkiliyeke xurt danî. Ew bûye yek ji hevrêyên me yên ku zû pêş ketiye û di nava refên têkoşînê de berpirsyarî girtiye ser xwe. Hevrê Ekîn 2 salan li qada Zapê di tîmên gerok de pratîk kir, beşdarî gelek çalakiyan bû û bi hevalên xwe re derbên giran li dagirkeran xist. Li ser esasê dewlemendkirina tecrubeya xwe ya pratîkî, kûrkirina bîrdozî û pisporiya leşkerî, perwerdehiya sabotajê dît. Hevrêya me piştre li Akademiyê perwerde bû û xwe li ser felsefeya Rêber Apo kûr kir, serweriyeke îdeolojîk a xurt pêş xist û bûye yek ji milîtana YJA Starê ya ku dikare ji pêdiviyên serdemê re bibe bersiv. Hevrêya me Ekîn ku di qada leşkerî de kûr bû û hînî bikaranîna gelek çekan bû. Ji bo ku ew li Bakurê Kurdistanê û Serhedê gerîlatiyê bike, gelekî israr kiriye. Di şexsê hevrêyê me û pismamê wê şehîd Delîl Memanî (Bîlal Altintaş) ê ku di 9’ê Tîrmeha 2016’an de li Erdîşa Wanê li dijî qereqola artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedaî kir, wê hedefa xwe ya yekemîn wekî xwedîlêderketina têkoşîna hemû şehîdên me diyar kiriye û li ser xeta fedaiyan meşiyaye. Hevrê Ekîn ku di şexsê Serhedê de nasnameya jina Kurd a berxwedêr bi yekparekirina xeta jina azad a Rêber Apo pêk anî, weke milîtana pêşeng a YJA Starê rola xwe ya pêşeng di jiyan û şer de bi awayekî serkeftî bi cih anî. Hevrêya me Ekîn ku li hemberî dagirkeran berxwedaneke dîrokî nîşan da û heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi fedakarî li ber xwe da, bi têkoşîna xwe îspat kiriye ku ew hevrêya Zîlan û Bêrîtanan e.

Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêya me Ekîn li pişt xwe hiştiye, wê her dem pêşiya me ronî bike.

a ku jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir û li ser xeta serketinê ya PKK û PAJK'ê hişt, wê her tim me ronî bike.

ROSÎDA BAWER

Erzirom ku yek ji bajarên berxwedanê yê Serhedê ye, ji dîrokê hetanî roja me bûye yek ji navendên girîng a Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Ji destpêka sedsala 20’an û vir ve ku sîstema qirkirinê ya li dijî gelê me dest pê kir, têkoşîna azadiyê tevî her cure zext û komkujiyên meşandiye. Bi PKK’ê re ku bi pêşengiya Rêber Apo derket holê û bûye hêviya azadiya ya hemû gelê me, têkoşîna xwe hîn geştir kiriye. Xelkê me yê Erzirom ê welatparêz tevî hemû qirkirin, bişaftin û polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, di Kurdbûna xwe de israr kir û li jiyana azad geriyaye, di roja me de jî vê sekna xwe diparêze û bersiva pêwîst dide dijmin.

Hevrêya me Rosîda jî di nava malbatek wiha de ku xwedî kevneşopiya welatparêziyê ye, ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wê welatparêz e û ji xizmên wê yên nêz tevlî nava refên Partiya me bûne, hîna di temenê biçûkahiyê de Partiya me nas dike. Lê tevlîbûna hevrêyê me Bawer-Feyyaz Guven a nava refên gerîla, hevrêya me Rosîda zêde bandor kir. Ev yek jî bûye sedem ku bikeve pêvajoya lêhêrbûn û lêgerînê. Her roja ku derbas dibe şahidiyê ji êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me re dike, sîstema qirkirinê ya dijmin fêm dike. Gelê me di gelek qadan de têkoşîna azadiyê geş dike û ji bo vê yekê berdêlên giran dide. Vê yekê lêgerînên hevrêya me Rosîda bilez kirine û bûye sedem ku bigihije biryardariya têkoşîn kirinê. Qasî zextên dijmin, nêzîkatiyên civakê yên li hemberî jinê û israra jinê di statuya kolelekê de hiştin, bûye xalek din ku hevrêya me Rosîda bikeve lêgerîna têkoşînê. Şehadeta mirovî wê yê nêz hevrêyê me Bawer û zêde bûna êrîş û komkujiyên li hemberî gelê me, bûye sedem ku hevrêya me Rosîda bi rengekî bi biryar tevlî têkoşînê bibe. Hevrêya me weke qada herî bi bandor a têkoşînê refên gerîla dibîne û sala 2015’an tevlî nava refên gerîla edibe û tercîha azadiyê dike.

Dema ku tevlî nava refên gerîla dibe, bi coş û kelecanekî mezin mîna ku nû ji dayik dibe fêrî jiyana gerîla û çiya dibe. Hevrêya me Rosîda her kêliya li nava gerîlatiyê de, bi xweperwerdekirinê derbas dike û di kesayeta xwe de şoreşên girîng diafirîne û kariye bibe mîlîtanek pêşeng. Bi şoreşên ku di kesayeta xwe de ava kirî, xwe ji taybetmendiyên kevneşopiyê yên civakê û sîstemê rizgar kiriye û gihiştiye nasnameya jina azad. Bi perwerdeyên îdeolojîk ên dîtine, rastiya gel ji nêz ve nas kir û dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk a qirker a li hemberî gelê me, fêm kiriye. Lewma kariye tevlîbûna xwe ji tevlîbûna hestiyarî zêdetir, veguherîne tevlîbûna bi fêm kirî. Di pêvajoyek a ku dijmin êrîşên girseyî dayî destpêkirin ku destkeftiyên gelê me ji holê rabike de, ji bo ku bibe bersiv û destkeftiyên gelê me biparêze, xwestiye ku xwe di qada leşkerî de pêş bixe. Li ser vî esasî perwerdeyên xwe yên li akademiya leşkerî ku sala 2016’an destpê kir, bi serkeftî qedandiye. Hevrêya me Rosîda di vê pêvajoya perwerdeya xwe de bi xebat, merak, xwesteka fêrbûnê û hewldana xwe yê bê hempa derket pêş, baweriya hevrêyên xwe qezenc kir û weke fêrker li akademiyê ma. Nêzî 3 salan di xebatên perwerdeyê de, bi perwerdeyên bi dehan hevrêyên xwe re eleqeder bûye û ji bo ku hevrêyên hem leşkerî û hem jî îdeolojîk pêş bikevin, kedek mezin daye. Hevrêyê me Rosîda di vê pêvajoyê de dest ji xwe perwerdekirinê jî neberdaye, hem di qada leşkerî de û hem jî îdeolojîk lêhêrbûn kiriye û bûye gerîlayek hêja ya YJA Starê. Hevrêya me her tim hewl dida ku têkoşîna me mezin bike, çûyîna Bakurê Kurdistanê weke yek ji armancên xwe yên gerî girîng diyar kiriye. Bi vî rengî hîs kiriye ku wê hîn nêzîktirî Rêbertiya me bibe. Kiriye xeyala xwe ya herî mezin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike û fêm kiriye ku ji bo pêkanîna vê xeyalê di tevlîbûnek fedayî de derbas dibe. Hevrêya me sala 2019’an li Akademiya Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan perwerdeya îdeolojîk dibîne, di vê pêvajoya pewerdeyê de bi hevrêyên xwe yên jin re pir lêhêrbûn kiriye, hêmanên jina azad kiriya taybetmendiyên xwe yên şexsî, weke mîlîtanek ji xwe bawer, bi hêz û wêrek meşa azadiyê domandiye. Hevrêya me Rosîda israra xwe ya ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê di pêvajoya akademiyê de jî domandiye û di vê israra xwe bi serkeftî bûye û derbasî Bakurê Kurdistanê bûye.

Hevrêya me Rosîda bi çeka di destê xwe de û weke mîlîtanek a YJA Starê vegeriyaye xaka Serhedê ku lê ji dayik bûye, kiriye armanca xwe ya sereke ku hesabê deh salan ji dijminê qirker bipirse. Li ser vî esasî bi tempoyek bêyî rawestan, têkoşiyaye. 25’ê Nîsana 2023’an li qada Ebex a Wanê di şerê li hemberî dijmin de, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi berxwedanê nîşan daye û tola gelê me stand. Piştî şerê dirêj ê li hemberî dijmin, bû layiqê kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê û heta nefesa xwe ya dawî şer kir û bi hevrêya me Ekîn re şehîd bû. Hevrêya me Rosîda bedewiya dilê xwe li her qada ku lê bû bi hevrêyên xwe re parve dikir, bi tevlîbûna xwe ya dirûst û sade bûye mîlîtanek ê YJA Starê û têkoşînek bi serkeftinê dagirtî li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrêya me Rosîda dewrî me kirî hîn bilindtir bikin û di şexsê wê de deynê xwe yên li hemberî şehîdan bidin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DEWAM DIKIN

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîne;

27 û 28’ê Nîsanê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê, 4 caran bi helîkopterên êrîşê, 22 caran bi obus û çekên giran hatine bombekirin.

Ji 24’ê Nîsanê û vir ve dagirker hewl didin ku çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê bi kepçeyan hilweşînin.”