Nasnameya 2 gerîlayên li Dersimê şehîd bûbûn hatin eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Dersimê şehîd bûbûn, eşkere kir. HPG’ê di serî de sersaxî ji malbat û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehîdbûna gerîlayên li Dersimê daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê ev agahî parve kir:

“Di şerê 16’ê Îlonê ya operasyona artêşa Tirk a li navenda Dersimê dabû destpêkirin de hevrêyê me yê bi navê Botan şehîd bûbû. Nasnavê hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Botan Zagros
Nav û Paşnav: Îbrahîm Tatli
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrgê
Navê Dayikê-Bav: Ayşe – Yakup
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim/ 16’ê Îlona 2019

Botan – Îbrahîm Tatli

Hevrêyê me Botan Zagros di sala 1992’an de li Colemêrgê hatiye dinê. Hevrê Botan ê xwedî taybetmendiyên xurt ên welatparêzî û çanda civakîbûnê, di temenê ciwanî de tevlî Tevgera Azadiyê bûye. Hevrê Botan ê sala 2013’an tevlî refên gerîla bûye, bi dilgermiya xwe û karê xwe dihate naskirin. Hevrêyê me hemû erkên dikete ser milan bi şêweyê herî baş bi cih aniye, heta kêliya şehîd bûye bê sekin têkoşiyaye û bûye fermandarekî pêşeng ê gerîla.

Me di 12’ê Îlonê de ragihandibû ku, 27’ê Tebaxê di encama operasyona li herêma Margeyik a girêdayî navenda Dersimê ya artêşa TC’ê lidarxistibû de, hevrêyekî me şehîd bûbû. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Zana Med
Nav û Paşnav: Abdullah Kaya
Cihê Jidayibûnê: Amed
Navê Dayikê- Bav: Edîbe - Kadîr
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Dersim/27’ê Tebaxa 2019

Zana – Abdullah Kaya

Hevrêyê me Zana sala 1993’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatiye dinê. Hevrê Zana yê hê di temenê xwe yê ciwan de rastiya dijmin fam kiriye, xwe lêpirsîn kiriye. Hevrêyê me Zana yê dijminahiya dijmin a li ser gelê Kurd û gelê herêmê baş fam dike, sala 2013’an tevlî refên gerîla dibe. Hevrê Zana yê di demeke kin de bû gerîlayek baş, her demê li eniyên pêş cih girt, li dijî dijmin têkoşîneke bê eman kiriye. Hevrê Zana yê heta kêliya dawî bi lehengî şer kir, bi fedekar û kesayetiya xwe ya têkoşer dihate naskirin, şopên kûr li ser dilên hevrêyên xwe kiriye.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Botan û Zana di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê heta dawiyê bidomînin."