Nasnameya 11 gerîlayên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hat eşkerekirin

HPG’ê diyar kir ku di şerê 10 rojan a li Besta meha Nîsanê dom kir de 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabû. Nasnameya 11 gerîlayan hate eşkerekirin.

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di daxuyaniya xwe ya 29’ê Nîsanê de diyar kiribû ku artêşa Tirk li Herêma Besta ya Botan dest bi operasyonê kiribû, detayên wê operasyona ku 10 rojan dom kir de agahî dabû,. Di vê daxuyaniya  roja Duşemê hate kirin de, nasnamaya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dabû cih girtibû.

ŞER 10 ROJAN DOM KIR, 24 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate gotin: “Di 29’ê Nîsanê de me kitekitên operasyona 10 rojan a ku artêşa Tirk li Bestaya Botanê eşkere kiribû. Li hemberî vê operasyonê di çalakiyên hêzên me de bi giştî 24 leşker hatine kuştin û 13 gerîllayên me jî şehîd bûbûn. Nasnameya 11 gerîllayên me yên şehîd eşkere bûn.

Di navbera 19-28’ê Nîsanê de li Botanê li qada Bestayê li hemberî koma gerîllayên me yên di bin fermandariya heval Salar de, operasyonek hewayî û bejahî hatibû destpêkirin. Di operasyona bejahiyê de artêşa Tirk gelek windahî da û bombe li vê qada operasyonê barandibû.

 “FERMENDAR SALAR ŞOREŞGEREKÎ ENTERNASYONALÎST BÛ”

Artêşa Tirk li Botanê ya ku li Bakurê Kurdistanê keleha berxwedanê ye, di gelek operasyonan de têk çûye. Gerîllayên me yên di bin fermandariya Şehîd Salar de li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe dane, helwesteke milîtanî nîşan dane û tevlî refên şehîdên azadiyê bûne.

Heval Salar di pratîka xwe ya têkoşînê de di gelek qadan de têkoşiyaye û di 4 salên dawîn de li Bestayê di astên cihê de peywira xwe bi cih aniye. Heval Salar fermandarekî wisa ye ku derbên giran li dijmin xistiye. Heval Salar Azerî bû û hezkirin û rêzdariya hevrêtiyê li derdora xwe ava kiribû. Ew ne bi tenê fermandarek bû, di heman demê de şoreşgerekî enternasyonel bû û li derdora xwe di warê pêşveçûna têkiliya hevrêtiyê de peywira xwe bi cih aniye.

Em 11 şehîdên di operasyonê de jiyana xwe dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em didin diyar kirin ku bersiva herî mezin a dana şehîdan bi hêza xurtkirina çalakiyan didin.”

Nasnameya Gerilayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne;

Nasnav: Akîf Agirî
Nav û Paşnav: Îbrahim Artûk
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik-Bavı: Dîlber - Ziyattin
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Akîf – Îbrahim Artûk

  Nasnav: Argeş Serhildan
Nav û Paşnav: Bedran Ertaş
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik-Bav: Akîde - Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Argeş – Bedran Ertaş

Nasnav: Baran Tolhildan
Nav û Paşnavı: Firat Karateke
Cihê Jidayikbûnê: Erdexan

Navê Dayik-Bav:Kadife-Abdûrahman

Cih û Dîroka Şehadetê:19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Baran – Firat Karateke

Nasnav: Baz Jiyan
Nav û Paşnav: Erdî Çelîk
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik-Bav: Hûmra - Mîthat
Cih û Dîroka Şehadetê:19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Baz – Erdî  Çelîk

Nasnav: Botan Koçer
Nav û Paşnav:Mehmet Nasir Tan
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik-Bav: Heybet - Beşîr
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Botan – Mehmet Nasıi Tan

Nasnav: Dilovan Koçer
Nav û Paşnavı: Ahmet Yîldiz
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik-Bav: Necmiye - Ali
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 - 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Dıiovan – Ahmet Yîldiz

Nasnav: Enver Botan
Nav û Paşnav: Naîf Kaysî
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik - Bav: Rahîm - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Enver – Naîf Kaysî

Nasnav: Rojgirav Cûdî
Nav û Paşnav: Cemal Çelîk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Saîbe - Abdûlbarî
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Rojgirav – Cemal Çelîk

Nasnav: Salar Acem
Nav û Paşnav: Emîn Salihî
Cihê Jidayikbûnê: Selmas
Navê Dayik - Bav: Tayîbe - Ali
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Salar – Emîn Salihî

Nasnav: Şervan Îsa
Nav û Paşnav: Kamîl Ozdemir
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Sidika - Osman
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 – 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Şervan – Kamîl Ozdemir

Nasnav: Şoreş Nusaybîn
Nav û Paşnav: Mehmet Aytîmûr
Cihê Jidayikbûnê : Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Azîme - Seyfettin
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 - 28 Nîsan 2017 / Şirnex

Şoreş – Mehmet Aytîmûr