Nasnameya 10 gerîlayên Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekin

HPG’ê, nasnameya 10 gerîlayên ku meha Nîsanê li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê, daxuyaniyek nivîskî da û têde nasnameya 10 gerîlayên ku di 27-29’ê Nîsanê li Alîbogazê ‘Berxwedanekî mezin nîşan dan û gehiştin şehadetê’ eşkere kir.

Di daxuyaniyê de têkildarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane ev tişt hate gotin:

“Meha Gulanê ya ku di têkoşîna azadiya me de xwedî wateyekî girîng e, li Dersimê ku di demekî nava hemû şert û mercên giran de têkoşîn tê meşandin, 11 hevrêyên me li dijî êrîşên dijmin bi qehremaniyekî mezin li ber xwe dan û gihiştin mertebeya şehadetê. Artêşa Tirk a ku her gav li hember têkoşîna şerê gerîla ya ku gav bi gav pêş ve diçe bin dikeve, bi desteka êrîşên hewayî bi operasyonên berfireh dixwaze serkeftina xwe nîşan bide. Lê ruhê milîtanî yê Apoyî yên xwedî hêzekî berxwedanê, li dijî hemû êrîş di nava her şert û mercî de bi berxwedana xwe serkeftinê dike gerantî bi ruhê fedayî şer dike û seknekî dîrokî û heybet raber dike. Di nava dîrokên 27-29’ê Nîsanê li Elîbogaz a Dersimê di operasyona berfireh a dijmin de Hindistan Penaber jî di nav de 10 hevrêyên me berxwedanekî destanî nîşan dan û tevlî karwanên şehîdên azadiya Kurdistanê bûne.

Hevrêyên me yên bi navê Alîşer (Seyfî Eder), Axîn (Leyla Guneş), Canda (Zubeyde Goksû), Firat (Sercan Edîs), Nûda (Beyaz Bark), Nûman (Alî Karaşîn), Şîlan (Dîcle Bozan), Tekoşer (Alî Sezgîn), Viyan (Dîlek Kizilgun) û Viyan (Mesûde Dînç) ku li cih û demên cuda de beşdarî tevgera azadiyê bibûn, li qada ku erka xwe birêve dibirin, her cure erkê bi coşekî mezin hildigirtin ser milan, ji hevrêyên me yên têkoşînê yên mînak bûn. Em hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bibîr tînin û didin diyarkirin ku em ê li dijî her cure êrîşên dijim bi hemû bawerî û biryardariyê têkoşînê bikin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASANAMYAN

Nasnameyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Alîşer Farqîn

Nav û Paşnav: Seyfî Eder

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik- Bav: Mesûde - Resûl

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Axîn Amed

Nav û Paşnav: Leyla Guneş

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik- Bav: Ayfer - Halîl

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Canda Çiya

Nav û Paşnav: Zubeyde Goksû

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayik- Bav: Mercan - Kerîm

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Firat Pîro

Nav û Paşnav: Sercan Edîs

Cihê Jidayikbûnê: Dersim

Navê Dayik- Bav: Bîrgul - Xidir

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Nûda Koçerîn

Nav û Paşnav: Beyaz Bark

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik- Bav: Besna – Resûl

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Nûman Amed

Nav û Paşnav: Alî Karaşîn

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik- Bav: Yuksel – Ahmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Şîlan Kobanî

Nav û Paşnav: Dîcle Bozan

Cihê Jidayikbûnê: Kobanî

Navê Dayik- Bav: Haciîre - Bozan

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Tekoşer Sêrt

Nav û Paşnav: Alî Sezgîn

Cihê Jidayikbûnê: Stenbol

Navê Dayik- Bav: Çîçek – Mûrat

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Viyan Îsyan

Nav û Paşnav: Dîlek Kizilgun

Cihê Jidayikbûnê: Îdir

Navê Dayik- Bav: Telî -

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017

***

Nasnav: Viyan Argeş

Nav û Paşnav: Mesûde Dînç

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Navê Dayik- Bav:Muruvet - Seyîtxan

Cih û Dîroka Şehadetê: Dersim/ 27 – 29’ê Nisana 2017