Nasnameya 10 gerîlayên beriya niha jiyana xwe ji dest dan

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameya 10 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameya 10 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Komîteyê diyar kir, dîrok di çarçoveya armancên mezin de wateyan dide her kêliya jiyanê ya mirovan û bi vî rengî her kêliyê bi qîmet dike. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Her ku berdêlên di oxira armancê de tên dayîn zêde dibin, daneheviya nirxan jî mezin dibe. Di dîroka tevgera me ya azadiyê de jî serdemên welê hene, ku wate digihêje asta herî bilind. 18'ê Gulanê jî nîşaneya balkêş a serdemeke bi vî rengî ye.

Meha Gulanê, ji bo şoreşgeriya gelên Kurd û Tirk, serdemeke diyarker e. Bi baweriya xwe ya mezin a ji bo jiyana hevpar a aştî û biratiya gelan, wan di xora azadiyê de heta mirinê li ber xwe dan, bedena xwe kirin agir û pêşî li têkoşînê vekirin. Ev hevrêyên me, ku di salên cuda, lê di heman rojê de şehîd bûn, bi jiyana xwe, bi kesayetî û sekna xwe ya bi rûmet a ku teslîmiyetê ti carî qebûl nakin, bûn rêberê têkoşîna azadiyê.

Di şexsê Denîz, Îbrahîm, Hakkî, Ferhat, Eşref, Mahmût û Necmî de em hemû hevrêyên xwe yên di meha Gulanê de şehîd bûne bibîr tînin û soza me ya ji bo şehîdan wê li ser bingeha berxwedan û serketinê be. Li ser vê bingehê, bîranîna wan wê pêşeng be ji têkoşîna me re. Serê malbatan û tevahiya gelê me yê welatparêz saz be."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Nasnav: Aslan
Nav paşnav: Abdullah Îbrahîm Celal
Cihê jidayikbûnê: Kerkûk
Dayik-Bav: Pakîze-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 1999 / Xakurkê

Nasnav: Ferhat
Nav paşnav: Cafer Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Dersîm
Dayik-Bav: Zeycan-Zulfu
Dem û cihê şehadetê: 20.05.1998 / Sêrt

Nasnav: Nûrî
Nav paşnav: Cûma Efe
Cihê jidayikbûnê: Bazîd
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 09.07. 1997 / Heftanîn

Nasnav: Azad
Nav paşnav: Erdal Kaya
Cihê jidayikbûnê: Îdir
Dayik-Bav: Selbî-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 19.06.1998 / Xakurkê

Nasnav: Karker:
Nav paşnav: Hasan Neguzel
Cihê jidayikbûnê: Mereş
Dayik-Bav: Muzeyyen-Alî
Dem û cihê şehadetê: 29.09.2000 / Botan

Nasnav: Pîro
Nav paşnav: Îbrahîm Recaîm Isirkonlû
Cihê jidayikbûnê: Mako / Rojhilatê Kurdistanê
Dayik-Bav: Mûhabbet-Alî Şêx
Dem û cihê şehadetê: 07.05.1994 / Serhed

Nasnav: Rênas Laşer
Nav paşnav: Duzgun Gulunç
Cihê jidayikbûnê: Dersîm
Dayik-Bav: Yeter-Comert
Dem û cihê şehadetê: 04.09.1997 / Wan

Nasnav: Faraşîn
Nav paşnav. Esengul Akgul
Cihê jidayikbûnê: Dersîm
Dayik-Bav: Cemîle-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Eylül.1997 / Zap

Nasnav: Dîlan
Nav paşnav: Nadîre Kal
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Şukran-Cafer
Dem û cihê şehadetê: 19.04. 1997 / Erzîrom

Nasnav: Rûşen
Nav paşnav: Sûlat Çoban
Cihê jidayikbûnê: Mereş
Dayik-Bav: Hatîce-Şêxo
Dem û cihê şehadetê: 28.05.1998 / Metîna