Namzetên Hevşaredariyê yên navçe û Navenda Çewlik û Agiriyê hatin eşkerekirin. Li gorî vê li navenda Çewlikgê li gel Hatîce Kavran Alîkarê Hevserokê Berpirsê Têkiliyên Karê Derve Hişyar Ozsoy weke namzet hate nîşandan. Li navçeya Kanîreş Evîn Ozen, Ozkan Bîngol, li navçeya Dêra Hênê Şefîka Dogan û Sadûlah Urkun û li navçeya Bongilanê jî Eyşê Kaya û M. Siddik Çelîkler hatin nîşandan.
AGIRÎ
Ji bo Şaredariya Agirî yê jî Ebdurrehman Dogar û Yelîz Karaaslan hatin nîşandan. Di hilbijartinên xwecihî de wê li Agiriyê Dogar û Karaaslan ji bo HDP’ê di pêşbaziyê de bin.