Namzetên HDP’ê li 4 bajaran bi gel re civiyan

Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê daketine qadan û bi gel re dicivin.

Namzetên Hevşaredariya Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca civîna gel li dar xistin. Bîlgen di civînê de axivî û got: “Em hemû partî dakevin qadan û dibêjin va em hene. Heke ew jî hebin em hene, va ye meydan.” Bîlgen û Alaca piştî civînê çûn serdana esnafan.

WAN

Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên navçeya Bêgiriyê ya Wanê Leyla Balkan û Yilmaz bi beşdariya Namzetê Hevşaredarê Wanê Mustafa Avci û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, buroya hilbijartinê vekirin û behsa girîngiya hilbijartinê kirin.

AGIRÎ

Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Agiriyê Yelîz Karaaslan û Abdûrrahman Dogar jî tevî barîna berfê jî li navenda bajêr çûn serdana esnafan. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç jî li gel namzetan cih girt. Esnafan namzetên hevşaredariyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.

ERZIROM

Namzetên Hevşaredariya HDP’ê ya navçeya Qereyaziya Erziromê Bûrhanettîn Şahîn û Melîke Goksu li gel rêveberên partiya xwe tevî barîna berfa zêde jî mal bi mal hilbijêr ziyaret kirin û çûn serdana esnafan.

Li navçeya Xinûsê ya Erziromê jî namzetên hevşaredariya HDP’ê çûn serdana sersaxiyan.